Rêveberiya Kantonên Rojava: Bila Tirkiye dest ji planên li dijî gelan berde

Rêveberiya Kantonên Rojava: Bila Tirkiye dest ji planên li dijî gelan berde

Koordînasyona Giştî ya Serokatiya hikûmetên Kantonên Rojavayê Kurdistanê bang li civaka navnetewî kir ku zextê li rêveberiya dewleta Tirk bike da ku dest ji hemû planên xwe yên li dijî gelan berde û got: "Dewleta Tirk hê jî xwediyê helwestên xwe yê dijberî pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê ye."

Der barê helwesta dewleta Tirk a li hemberî şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, Koordînasyona Giştî ya Serokatiya Hikûmetên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên her sê Kantonên Rojavayê Kurdistanê (Cizîr, Kobanê û Efrîn) daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Berxwedana lehengî ya Kobanê derbasî roja xwe ya 40'î bû û hê jî qehremaniya Yekîneyên Parastina Gel li hemberî hêzên tarî yên DAIŞ'ê ku alîkariya çek û lojîstîk bi awayekî mezin jêre tê kirin, didome. Kobanê bûye sembola tekoşîna mirovahî, niştîmanî û Kurdistanî. Vê yekê dengeyên civaka navneteweyî guhert. Kobanê gaveke bi bandor avêt û serketineke niştîmanî û neteweyî pêk anî."

Di daxuyaniya koordînasyona giştî de hat diyarkirin ku tevî efsaneyên qehremaniyê yên hêzên YPG/YPJ'ê û berxwedana bêhempa jî, hêzên dijberî mafên gelan planên xwe yên dijatiya destketiyên gelê Rojava bi taybet piştî hevpeymana Duhokê ya di navbera hêzên kurdî de, didomînin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Tevî xweragirî û berxwedana qehremanî ya Kobanê û piştgiriya civaka navneteweyî bi rêya êrîşên hewayî  jî xuyaye ku rêveberiya dewleta Tirk dest ji helwestên xwe yên dijatiya pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê bernedaye."

Di daxuyaniya koordînasyonê de hat gotin ku helwestên dewleta Tirk ên li dijî hin hêz û partiyên siyasî yên bingehîn ên Rêveberiya Xweser ne li gorî helwesta Koalîsyona Navneteweyî ye û hat zanîn ku diviyabû Tirkiye jî parçeyek ji koalîsyona bûya û heman helwest nîşan bida.

Di dawiya daxuyaniyê de Koordînasyona Giştî ya Serokatiya Hikûmetên Herêmên Rojavayê Kurdistanê bang li civaka navneteweyî û hemû hêz û rêxistinên mirovî kir ku pêwîste zextê li rêveberiya dewleta Tirk bike da ku dest ji planên xwe yên li dijî berjewendî û armaniya gelên herêmê, berde.