Rêveberiya Başûrê Kurdistanê nahêle ku ambulans derbasî Rojava bibin
Rêveberiya Başûrê Kurdistanê nahêle ku ambulans derbasî Rojava bibin
Rêveberiya Başûrê Kurdistanê nahêle ku ambulans derbasî Rojava bibin
Heyva Sor a Kurdistanê di çarçoveya kampanyaya ji bo Rojavayê Kurdistanê hatiye destpêkirin de, 10 ambulans şandin herêmê, lê rêveberiya Herêma Başûrê Kurdistanê destur neda ku derbasî Rojava bêne kirin.
Di çarçoveya kampanyaya ku li Ewropayê ji bo Rojavayê Kurdistanê hatiye destpêkirin de Heyva Sor a Kurdistanê ku navenda wê li Ewropayê ye, 10 ambulans şandin herêmê. Ambulansên destpêkê birin Başûrê Kurdistanê ji vir jî, ji bo ku derbasî Rojavayê Kurdistanê bêne kirin, birin Deriyê Sînor ê Sêmalkan. Lê rayedarên deriyê sînor, bi hincetên cuda destûra derbasbûnê neda.
Li ser vê yekê 10 ambulans ji bo ku di aliyekî din re bêne derbaskirin, ji deriyê sînor birin.
Hinek çavkaniyên herêmê diyar kirin ku rêveberiya herêmê dixwaze ambulansan wekî ku wan diyarî kirine nîşan bide, lê ji ber ku ev nehatiye qebûlkirin, destûra derbasbûna wan nedaye.