Rejîma Îranê 3 jê Kurd 4 kes darve kir
Rejîma Îranê 3 jê Kurd 4 kes darve kir
Rejîma Îranê 3 jê Kurd 4 kes darve kir
Rejîma Îranê li bajarê Ûrmiyeyê Rojhilatê Kurdistanê 3 Kurd û kesekî Îranî yê navê wî nehat hînbûn darve kir.
Li bajarê Ûrmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê 4 kes bi hinceta ku hebên tiryakî firotine duh êvarê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin. Hate hînbûn ku 3 kes jê Kurd in û yek jî Îranî ye. Ji yên hatine darvekirin ên Kurd Reşîd Elîzade (55), Selaheddîn Melayî (37) ye. girtiyekî din ê 44 salî yê ji Bokanê navê wî nehat hînbûn e. Hate ragihandin girtiyê din jî ji bajarê Kerecê ye.
Rejîma îranê roja Şemiyê Reyhan Cabbarî ya ku tecawizkarê xwe kuştibû, darve kir. Ji bo ku Cabbarî neyê darvekirin di qada navneteweyî de kampanya hatibû destpêkirin.