Qudûmê DAIŞ'ê li Kobanê dişkê

Qudûmê DAIŞ'ê li Kobanê dişkê

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku di şerê giran ê 24 saetên dawî de li eniyên rojhilat û rojavayê Kobanê 22 çete hatine kuştin û gelek êrîşên xwekujî yên bi wesayîtên bombebarkirî hatine astengkirin. Di vî şerî de 5 şervanên YPG/YPJ'ê û 2 şervanên Burkan El Firat jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê, bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şerê 24 saetên dawî yên li derdora Kobanê bi raya giştî re parve kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku êrîşên komên çete ku bi armanca dagirkirina Kobanê hatine destpêkirin di roja 38'an de dewam dikin û hat gotin"Komên çete li hemberî berxwedana şervanên me yê YPG û YPJ'ê û hêzên Burkan El Firat derbên giran xwarin. Êrîşên çeteyan hatin têk birin. Komên çete hêz û çekên nû dişînin herêmê û dixwaze êrîşên xwe berdewam bike."

LI KANIYA KURDAN ÇETEYÊ XWEKUJ Ê LI WESAYÎTA BOMBEBARKIRÎ HAT BÊBANDORKIRIN

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

"Duh piştî nîvro li eniya rojhilat û başûrrojhilat, di navbera hêzên me komên çete de li herêma Kaniya Kurdan, kolana Şaredariyê û Qada Azadiyê pevçûnên dijwar rû dan. Komên çete li Kaniya Kurdan hewl dan bi wesayita bombebarkirî êrîş bikin, lê bê ku xwe biteqinîn wesayit ji aliye hêzên me ve hat bê bandor kirin. Çeteyekî di wesayitê de jî hat kuştin. Şerê li vê herêmê heta niha dewam dike. 

Li eniya başûr jî komên çete dîsa bi wesayita bombebarkirî êrîş kirin, lê wesayit ji dûrve ji aliyê şervanên me ve hatiye rûxandin.

LI ENIYA ROJAVA 21 ÇETE HATIN KUŞTIN

Li eniya Rojava jî, ji duh êvarê heta niha li girê Til Şeîr û derdorê, di navbera çeteyên DAIŞ'ê û hêzên me de şer derketiye û niha jî bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Li vê herêmê 17 çete hatine kuştin. 

Hêzên me îro sibehê li eniya rojava di navbera gundên Arbuş û Mezrê li hemberî çeteyan operasyonek dane destpêkirin. Di vê operasyonê de wesayitek hatiye rûxandin û 4 çeteyên têde hatine kuştin.

5 ŞERVANÊN YPG/YPJ Û 2 ŞERVANÊN BURKAN EL FIRAT JIYANA XWE JI DEST DAN

Di şerê 24 saetên dawî de 5 şervanên me û 2 şervanên Burkan El Firat yên ku li hemberî êrîşan bi îrade û biryardariyek mezin berxwedan şehîd bûne."