Projeya avahiyên civakî bû biryar
Projeya avahiyên civakî bû biryar
Projeya avahiyên civakî bû biryar
Şaredariya Sûrê ya Amedê vê carê jî civîna meclîsê ya vekirî bi gel re pêk anî. Civîna meclîsê vê carê li gundê Til Elo (Karaçali) pêk hat. Di destpêka civînê de xebatên şaredariyê yên ku di meha derbasbûyî de yek bi yek hatin parvekirin. Piştî wê jî behsa xebatên şaredariyê yên 5 mehên dawî hatin kirin û gund bi gund çi xebat hatine kirin hatin parvekirin. Bi giranî behsa xebatên rêyan, kanalên avê û paqijiya giştî hatin kirin.
Civîn bi beşdariya hevşaredarên Surê Fatman Şik Barut , Seyid Narîn, alîkarê hevşaredaran Vedat Gûndûz, Mûjgan Ekîn û endamên meclîsa şaredariyê pêk hat. Her wiha di civînê de xelkên gundê Til Elo û hin gund û mezrayên derdorê jî amade bûn.
PROJEYA AVAHIYÊN CIVAKÎ BÛ BIRYAR
Di civînê de pêşniyara projeya avahiyên civakî ji bo meclîsê hate kirin û di dengdanê de bi hemû dengan hate qebûlkirin. Ev projeya avahiyên civakî ji bo alîkariya xwişk û birayên me yên koçber ên ku ji Rojava û Şengalê koçber bûne hatibû pêşniyarkirin û ji aliyê meclisa şaredariyê ve hate qebûlkirin.
Piştî guhdarîkirina li pirsgirêkên beşdarên civînê yên ji Tel Elo û gundên derdorê hatibûn, hevşaredaran bersiv hin pirsan dan û ji gel re behsa xebatên xwe kirin.
Hevşaredar Seyid Narîn di bersiva pirs û pisgirêkên ku hatin kirin de wiha axifî: Narîn got ku ji dema avakirina komarê de herêma me ji gelek xizmetan bêpar maye û tu xizmetên berbiçav nehatine kirin. Lewre jî barê me girantir dibe. Lewre jî em bang li gelê xwe dikin ku hinekî bi sebir tevbigerin û bibin alîkarê me da ku em karibin hemû xizmetên pêwîst bigihînin hemû gundên xwe.
Her wiha hevşaredar Fatman Şik Barut jî got ku ji destpêkê de wan sozek daye gelê xwe û ew ê heta dawî xwedî li wê soza xwe derkevin. Barut got ku ji destpêka ku ew hatin ser peywîra xwe ji gelê re gotin ku ew ê di hemû xebatên xwe de zelal û vekirî bin û bi gelê xwe re parve bikin. Îro ev civîn jî û hemû civînên me yên berê jî yên meclîsa şaredariya di nava gel de tên lidarxistin û em bi wê yekê rasterast li pirsgirêkên gelê xwe guhdar dikin.
Her hevşaredaran bal kişand ser rewşa Kobanê û bang li hemû gelê navçeyê hate kirin ku hîn bêtir xwedî li berxwedana Kobanê derkevin û bi rengekî çalaktir tevlî xebatên alîkariyên ji bo Şengal û Rojava bibin.