Polîsên qatil ên du kesên bi îdîaya PKK’yî ne qetil kirin hatin berdan
Polîsên qatil ên du kesên bi îdîaya PKK’yî ne qetil kirin hatin berdan
Polîsên qatil ên du kesên bi îdîaya PKK’yî ne qetil kirin hatin berdan
Li navçeya Dara Hênê ya Çewlîkê di sala 1999’an de Mehmet û Yılmaz Elîveren bi îdîaya ku PKK’yî ne hatibûn qetilkirin, der barê bûyerê de ku doz hatibû vekirin îro rûniştina 5. pêk hat. Dadgerekî ji heyeta dadgehê xwest bersûc bi awayekî girtî bên darizandin, lê heyeta dadgehê biryar da ku bersûc bi rengekî negirtî bên darizandin.
Mehmet û Yılmaz Elîveren ên li Çewlîkê di 17’ê Nîsana sala 1999’an de bi îdîaya ku PKK’yî ne hatibûn qetilkirin. Piştî lêkolînê derket holê ku her du kes sîvîl in. Doza der barê bûyerê de îro berdewam kir. Amîrê Polîsan a Navçeya Dara Hênê A.K., komîser B.G. û A.K.Ç, polîsên bi navê M.A û M.Y ên wê demê wezîfedar bûn tên darizandin.
DAXWAZA DARIZANDINA BI AWAYEKÎ GIRTÎ HAT REDKIRIN
Di rûniştina dozê de Abdullah Alakuş ê parêzerê kesên hatine qetilkirin, xwest bersûc bi awayekî girtî bên darizandin. Ev daxwaza parêzer Alakuş hat redkirin û doz taloqî 11’ê Qanûna 2014’an hat kirin.
DADGER XWEST BERSÛC BÊN GIRTIN
Dadgerê bi navê Haşim Tekîn li hemberî biryara heyeta dadgehê ya bersûc bi awayekî negirtî bên darizandin îtîraz kir Tekîn got, "Ji bo bersûc bi awayekî girtî bên darizandin, di dosyayê de delîlên berbiçav hene” lê belê îtîraza dadger hat redkirin.


