Polîsan li Wanê meş asteng kirin

Polîsan li Wanê meş asteng kirin

Rêxistina DBP’ê ya Wanê bi armanca şermezarkirina erîşên polîsan a li ser Taxa Xaçortê xwestin meşekê li dar bixin. Lê meş ji aliyê polîsan ve hate astengkirin.

Rêxistina DBP û HDP'ê ya Wanê erîşên polîsan ên li ser Taxa Xaçorte bi meşekê şermezar kir. Welatiyên li Parka Feqiye Teyran hatin cem hev û xwestin heta taxa Xaçortê bimeşin. Piştî girseyê dest bi meşê kir rastî bendên polîsan hatin. Bi sedan polîsan bi 4 TOMA û gelek wesayîtên zirxî dor çalakvanan girt û nehiştin bimeşin. Girse demek dirêj li nava parkê de ma û piştre bi daxuyaniyekê helwesta polîsan şermezar kirin. Serokê Rêxistina DBP’ê ya Wane Musa Îtah diyar kir ku, bi rojanan li Wanê bûyêrên civakî hene û di van bûyeran de erîşên polîsan pêk hatin û dîmenên rojên OHAL'ê pêk hatin û wiha got: “Îro jî me xwest meşekê li dar bixin lê bi hezaran polîs bi wesayîtên zirxî û helîkopteran meşa me asteng kirin. Em ê her tim ji bo mafên xwe têkoşînê bikin. Êrîşên polîsan têkoşîna me asteng nake."

Piştî axaftinê dirûşma, “Bijî berxwedana Kobanê” hat gotin.