Polîsan li Şirnexê ciwanek qetil kirin
Polîsan li Şirnexê ciwanek qetil kirin
Polîsan li Şirnexê ciwanek qetil kirin
Li dû operasyona leşkerî ya li Çiyayê Cûdî, di bûyerên li navçeya Silopî de, ciwanekî bi navê Salih Yîgît bi fîşeka polîsan jiyana xwe ji dest da.
Li dû operasyona leşkerî ya duh a li Çiyayê Cûdî, li taxa Başak a Silopiyê, di navbera ciwan û polîsan de pevçûn derket. Polîsan bi guleyên rastî êrîşî ciwanan kirin û di vê destwerdanê de gule li bedena ciwanê bi navê Salih Yîgît ket. Yîgît ê bi xedarî birîndar bû, demeke dirêj li erdê ma.
Şêniyên taxê piştre Yîgît rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê. Li gel hewldanên rizgarkirinê yên li nexweşxaneyê Yîgît jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Yîgît ji bo otopsiyê şandin Saziya Tipa Edlî ya Amedê.
Di dema şandina cenaze de, bi sedan kesên li ber nexweşxaneyê sekinîbûn, daketin ser Rêya Îpekê û meşiyan.