Polîsan li Cizîrê êrîşî meşa ji bo Kobanê kirin

Polîsan li Cizîrê êrîşî meşa ji bo Kobanê kirin

Li navçeya Cizîrê polîsan bi bombeyên gazê êrîşî meşa ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê kirin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê û venekirina korîdora alîkariya mirovî hikûmeta AKP’ê meş hate lidarxistin. Polîsan bi bombeyên gazê êrîşî meşê kirin. Bi hezaran welatiyên li ber avahiya DBP’ê ya Cizîrê ber bi kolana Sanat dest bi meşê kirin. Girseyê bi pankarta “Bila dewleta Tirk ji bo Kobanê korîdora mirovahiyê veke” vekirin û dest bi meşê kirin Polîsan li Dortyolê pêşiya girseyê bi wesayîtên zirxî girtin û bêyî hişyariyeke bike bi bombeyên gazê êrîşî gel kirin. Piştî êrîşî rêveberên DBP’ê bi polîsan re hevdîtin pêk anîn lê li gel vê yekê jî ji bo meşê destûr nehat dayîn. Li ser vê yekê girseyê li Dortyolê daxuyaniya çapemeniyê da.

Hevserokê HDP’ê yê Cizîrê Alî Akdenîz daxuyanî da û wiha got: “Heta êrîşên li dijî xwişk û birayên me yên li Kobanê bi dawî bibe em ê li qadan bin. Heta Kobanê azad nebe qala aştiyê nayê kirin. Ji ber vê vekirina korîdora alîkariyê girîng e.”

Piştî daxuyaniyê girseyê bi çalakiya rûniştinê êrîşa polîsan  şermezar kir.