Polîs bi hewayî û bejahî êrîşî Taxa Xaçortê ya Wanê dike
Polîs bi hewayî û bejahî êrîşî Taxa Xaçortê ya Wanê dike
Polîs bi hewayî û bejahî êrîşî Taxa Xaçortê ya Wanê dike
Polîsan bi helîkopter û wesayîtên kar li hemberî Taxa Xaçortê ya li hemberî zextên polîsan bi xendekan tedbîr girtin operasyon li dar xist.
Welatiyên Taxa Xaçortê ya Wanê ji ber zextên demên dawî yên polîsan ên li hemberî tax bi xendekên kolandin tedbîr girtin. Polîsan bi helîkopter û wesayîtên kar li hemberî tax operasyon da destpêkirin. Polîsan ji helîkopteran bombeyên gazê avêtin tax û polîsê çewîk jî li erdê êrîş li ciwanên nobet digirtin kir. Polîsên ji ber xendekên li tax hatin kolandin nikarin bikevin tax û bi kepçeya bi xwe re anîn xendek dagirtin û rê vekirin. Dema polîsan bi kepçeyê xendek dadigirtin helîkopterên li ser tax difiriyan jî bombeyên gazê avêtin tax. Polîsên bi gelek wesayîtên zirxî ketin tax bi bombeyên gazê û ava şid êrîşê li welatiyan dike. Welatiyên tax jî bi kevir û fîşekên hewayî bersiva polîsan dide.
Rageşiya li taxê berdewam dike.