Piştgiriya ji bo çalakiya nobetê didome

Piştgiriya ji bo çalakiya nobetê didome

Endamên Platforma Eniya Gel û KESK’ê şaxê Cizîrê ji bo piştgiriya bi çalakiya nobetê ya ku parçeyek ji berxwedana Kobanê ye, çûn ser xeta sînor.

Nobeta berxwedanê ya bi armanca piştgiriya bi berxwedana Kobanê re li ser sînorê Bakûr û Rojavayê Kurdistanê berdewam dike. Endamên Platforma Eniya Gel û KESK’ê şaxê Cizîrê bi armanca piştgiriyê çû serdana berxwedana nobetê ya li gundê Mehserê. Di meşê de dirûşimên ‘Bijî Berxwedana Kobanê’ qêriyan û pankarta ‘Pîvana welatparêziyê parastina Kobanê ye’ vekirin.

Li ser navê kesên ji bo piştgiriyê hatin, rêveberê Egîtim Senê Çetîn Arslan diyar kir ku berxwedana Kobanê berxwedaneke dîrokî ye û ser navê mirovahê tê meşandin û bang li her kesê kir ku bibin parçeyeke ji vê berxwedanê. Arslan ji bo piştgiriya bi Kobanê re û vekirina korîdora mirovahiyê bang li raya giştî ya navneteweyî û rayedarên hukûmeta Tirk kir.

Piştî serdanê endamên Eniya Gel daxuyaniyeke kurt dan.