Pîrozbahiyên 36. salvegera damezrandina PKK'ê li Lînzê destpê kir

Pîrozbahiyên 36. salvegera damezrandina PKK'ê li Lînzê destpê kir

Salvegera damezradina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ku her sal li çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê bi çalakiyan tê pîrozkirin, li bajarê Awûrtay Lînzê bi şahiyekê hat pîrozkirin.

Pîrozbahiya yekemîn a îsal ku li Neue Heimatê pêk hat, bi sirûda Ey Reqîp a Koroya Zarokan a Zarokên Mûsa Anter xwend û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir. Li salona pîrozbahiyê ya zêdeyî 700 Kurdistanî lê amade bûn, li gel posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên cangoriyên têkoşîna azadiyê û alên PKK'ê hatin daliqandin.

Li pêş pankarta bi nivîsa "36. Salvegera Damezrandina PKK'ê Serhildana Kobanê" endamê Konseya Rêveber a KNK'ê Zubeyîr Aydar axivî û hem bi Kurdî hem jî bi Tirkî girîngiya sala 36. a PKK'ê vegot. Aydar ragihand ku dîroka PKK'ê mîna tê gotin dîroka ji agir e û Kurdistanî bi têkoşîna PKK'ê re careke din derketine ser dika dîrokê, rabûne ser piyan.

PKK'Ê XEYALÊN MÊTÎNGERAN TÊK BIR

Aydar di axaftina xwe de bi dayîna mînakên ji dîroka Kurdistanê re ragihand ku Kurdistan ne xeyal e rastî ye û got, "Li dû raperîna Agiriyê, li yek ji rojnameyên dewletê li ser kevirekî gorê nivîsa 'xeyala Kurdistanê li vir veşartiye' hatibû nivîsandin. Lê bi avabûna PKK'ê re derket holê ku Kurdistanê rastî ye û xeyala mêtîngeran têk çûye."

Aydar got, "Rêber Apo ji bo zilma li çar parçeyên Kurdistanê li gelê Kurd tê kirin rawestîne, bi komek ji hevalên xwe ket ser rê û rewşa bi şoreşa Rojava re îro tê jiyîn nîşan dide ku PKK çiqasî mafdar e. Şervanên Rojava îro bi dayîna berdêlan, felsefe û lêrgerîna azadiyê ya Rêber Apo veguherandine şoreşê" û di 36. salvegera damezrandina PKK'ê de têkoşer silav kir.

Aydar di dewama axaftina xwe de got, "Yên ku îro em anîn van rojan Serok Apo û rêhevalên wî ne, PKK ye. 36. salvegera damezrandina PKK'ê, di serî de li Rêber Apo, girtiyên azadiyê, berxwedêrên li çiyê, li Başûr, Rojava, Rojhilat û Bakur, gerîlayên rêhevalên Serok Apo, şoreşger û gelê me yên îro me li eniya Kobanê diparêzin, pîroz be."

Aydar di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana Kobanê û destnîşan kir ku Kobanê wê bi berxwedanê qezenç bike. Aydar got, "Di roja gelê Kurd de niha şerê Kobanê heye. Li Kobanê ev 41 roj in berxwedaneke bêhempa tê dayîn. Di dîroka Kurdistan û cîhanê de mînakên weke wê kêm e. Tevahiya cîhan berxwedana Kobanê dibihîze. Kobanê li ber xwe dide, wê li ber xwe bide û qezenç bike."

Di pîrozbahiyê de koma govendê ya Zarokên Apê Mûsa hunera xwe pêşkêş kirin. Her wiha Koma Govendê ya Govenda Azadî bi lîstikên xwe yên ji herêma Amedê reng da pîrozbahiyê. Hunermend Bengî Agirî, Kawa Ûmriyê, Zozan Zûdem, Bawercan jî derketin ser dikê. Pîrozbahî bi govenda Koma Demin bi dawî bû.