Pêşmerge li deriyê sînor ê Murşîtpinarê ye!

Pêşmerge li deriyê sînor ê Murşîtpinarê ye!

Beşek ji Pêşmergeyên ji bo tevlî têkoşîna li Kobanê bibin ketin ser rê, ji bo derbasî Kobanê bibe gihaşt Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê. Tê payîn ku Pêşmerge di saetên pêş de derbasî Kobanê bibin.

Beşek ji Pêşmergeyên ji bo li gel YPG/YPJ'ê li dijî êrîşên li hemberî Kantona Kobanê şer bikin bi rêya hewayî ji Başûrê Kurdistanê hat Rihayê, ji bo derbasî Kobanê bibe hat Pirsûsê. Pêşmergeyên ku bi tedbîrên berfireh ên ewlekariyê bi 4 otobus û TIR a ji gelek malzemeyan hatin Pirsûsê, ji bo derbasî Kobanê bibin hatin Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê. Endamên çapemeniyê yên xwestin dîmenê derbasbûna Pêşmergeyan bikşînin jî, li navenda Pirsûsê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Pêşmerge heta nuqteyeke li nêzî deriyê sînor li ber dirûşmên welatiyan derbas bûn.

Konvoya Pêşmergeyan a ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê derbasî Kobanê bibe, li gundê Etmanek ê li ser sînor hat bicihkirin. Tê payîn ku Pêşmerge di saetên pêş de piştî kar û barên pêwîst, di deriyê sînor re derbas bibin.

Di vê navberê de tevgera heron û balafirên şer ên hêzên koalîsyonê li ser xeta sînor dewam dike.