Pêşmerge di operasyona rizgarkirina Zûmmar de ne

Pêşmerge di operasyona rizgarkirina Zûmmar de ne

Îro hêzên pêşmergeyan ji çend aliyan ve êrîşî nahiyeya Zûmmar kirin û niha jî şer bênavber didome. Nahiyeya Zûmmar jî ji aliyê pêşmergeyan ve hatiye dorpêçkirin. 

Li gor Rojnews li herêmê opersyoneke berfireh hatiye lidarxistin.  Pêşmerge di şer de ber bi pêşve diçin û nêzî nahiyeya Zûmmar bûne. Her wiha çeteyên DAIŞ’ê zerar û ziyanek mezin dîtine.

Her wiha hat ragihandin ku li bajarokê Soran (Diyana) yê girêdayî Hewlêrê di şer de pêşmergeyen ku jiyana xwe ji dest dane hene û cenazeyê wan ji bo Diyana hatine veguhsstin.