Penaberên rojhilatî Gulperîpur û Karataş bibîr anîn
Penaberên rojhilatî Gulperîpur û Karataş bibîr anîn
Penaberên rojhilatî Gulperîpur û Karataş bibîr anîn
Penaberên ji Rojhilatê Kurdistanê yên li Binarê Qendîlê dijîn, bi merasîm û daxuyaniyekê cangoriyên azadiyê yên Kurdistanê Hebîbûllah Gulperîpur û Gulnaz Karataş (Bêrîtan) bibîr anîn.
Bi armanca bîranîna siyasetmedarê Kurd Hebîbûllah Gulperîpur ê di 26'ê Cotmeha sala 2013'an de ji aliyê rejîma Îranê ve li girtîgeha Ûrmiyê hat darvekirin û yek ji sembola artêşbûyîna jinê û têkoşîna azadiya Gulnaz Karataş (Bêrîtan), penaberên ji Rojhilatê Kurdistanê yên li Binarê Qendîlê, merasîmek lidar xistin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, Bêrîvan Şaho daxuyanî xwend û Rênas Argeş li ser kesayeta Hebîbûllah Gulperîpur axivî.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Hebîbûllah Gulperîpur li hember dagirkeriya Îranê serê xwe netewandiye û îradeyeke bêeman raber kiriye. Şaho diyar kir ku di kesayetiya Gulperîpur û Karataş de ew hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê û bi taybetî cangoriyên berxwedana Kobanê bibîr tînin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bi saya cangoriyan gelê Kurdistanê gihaştiye vê astê û hat gotin, "Berxwedana şehîdên mezin ên zîndana Amedê tekoşîna me mezin kiriye û rêya me ronahî kiriye. Li rojhilatê Kurdistanê Ferhad, Ferzad, Şîrîn, Hêmin, Egîd, Elî û Hebîbûllah Gulperîpur ev çanda berxwedanê ya li Kurdistanê di zîndanên Îranê de heya deqeya dawî ya jiyana xwe dewam dikin."
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrîşên DAIŞ'ê û wiha hat gotin: "Îro DAIŞ, dixwaze destketiyên me li Kobanî têk bibe. Lê gelê Kurd destûrê nade vêya û bi lehengî li ber xwe dide. Hêzên parastina Kobanê bi fikir û bi ramanên Rêber APO têkoşîna xwe mezin dike. Em ê weke penaberên rojhilatê kurdistanê têkoşîna xwe bilind bikin."
Piştî merasîmê, endama Koordînasyona KCR Zozan Zagros û endamê Koordînasyona KJAR Cîhan Çiya ji bo penaberên Rojhilatê Kurdistanê li ser pêvajo û têkoşîna cangoriyan axivîn.