Parêzeran serlêdana hevdîtinê kirin
Parêzeran serlêdana hevdîtinê kirin
Parêzeran serlêdana hevdîtinê kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo muwekîlê xwe bibînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rêzan Sarica, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç, ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Eger serlêdana parêzeran bê qebûlkirin, wê sibê biçin Girava Îmraliyê û bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bînin.
Hêjayî gotinê ye, parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha sala 2011'an û vir ve bi hincetên "keştî xerabe ye", "rewşa nebaş a hewayê", "keştî tê çêkirin" û "keştî ji temîratê vegeriya, lê ji ber ewraqên keştiyê yên ji Serokatiya Benderê bistîne ne temam in, nikare kar bike" nikarin muwekîlê xwe bibînin.