Onder: Hêvîdarim sala were wê Ocalan vekirina vê kongreyê bike
Onder: Hêvîdarim sala were wê Ocalan vekirina vê kongreyê bike
Onder: Hêvîdarim sala were wê Ocalan vekirina vê kongreyê bike
Parlamenterê BDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, di 2. Kongreya Awarte ya Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê de axivî û got, "Ez dixwazim vê kongreyê weke kongreya salek beriya azadbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîr bînim. Hêvîdarim wê di sala pêş de Birêz Ocalan vê kongreyê veke."
2. Kongeya Awarte ya Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê, dewam dike.
Di kongreyê de sînevîzyonek ji dîmenên komkujiya Roboskî, grêva birçîbûnê, axaftinên endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Mûrat Karayilan, sekna Sirri Sureyya Onder a ji bo rawestandina hilweşandina Parka Gezî xwe avêt pêşiya maşînên kar, terora polîsan a li dijî berxwedana Gezî û komkujiya Licê hat nîşandan.
Girseya gel di dema nîşandan dîmenên berxwedana Gezî de dirûşma "Her der Taksîm her der berxwedan" û dema nîşandana dîmenên komkujiya Licê de dirûşma "Şehîd Namirin" qêriya.
Piştî hilbijartina dîwana kongreyê, li ser navê dîwanê Hayrî Ateş peyivî û da xuyakirin ku ew bi perspekîfa bilindkirina têkoşîna demokratîk a yekbûyî ya gelan kongreya xwe pêk tînin. Li dû axaftina Ateş, deqeyek rêz hat giritn.
'OCALAN TIRKIYE YE, KURDISTAN E, ROJHILATA NAVÎN E'
Hevseroka BDP'ê ya Stenbolê Asiye Kolçak li dû deqeya rêzgirtinê peyivî û got, "Me serê xwe li ber polîtîkayên teslîmkar ên AKP'ê netewand. Li hemberî van hewldanên tinekirinê, me bi kedkar û şoreşgerên Tirkiyeyî re têkoşîneke hevbeş dan meşandin. Bi dehhezaran siyasetmedarên Kur di girtîgehan de ne, serbestkirina wan deynê situyê me ye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê îro dîl hatiye girtin, Tirkiye ye, Kurdistan e, Rojhilata Navîn e."
'HÊVÎDARIM WÊ OCALAN SALA WERE VÊ KONGREYÊ VEKE'
Piştî Kolçak, Parlamenterê BDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder mafê axaftinê wergirt û bi dirûşmên "Kurdistan bi te serbilind e" hat pêşwazîkirin. Onder got, "Ez dixwazim vê kongreyê weke kongreya salek beriya azadbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîr bînim. Hêvîdarim wê di sala pêş de Birêz Ocalan vê kongreyê veke."
Onder da xuyakirin ku aştî ji gelên li Tirkiyê re nehatiye dayîn û got, "Gelê Kurd, dostên vî gelî, sosyalîstan û kedkaran ev qezenç kirin."
'LI STENBOLÊ WÊ ŞAREDAREKÎ ME YÊ HDK'YÎ HEBE'
Onder li ser navê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) peyivî û destnîşan kir ku HDK projeya gelên Tirkiyê ye û di vê de kedeke mezin a Birêz Ocalan heye.
Onder bibîr xist ku Ocalan nirx û girîngiyeke mezin dide projeya HDK'ê û got, "Gelên Tirkiyê yên îro daketin Geziyê gotin; Eger van vê tînin serê me, hingî kes nizane ka çi anîne serê gelê Kurd. Gezî, li gel hemû kêmasiyan jî tê wateya Kongreya Demokratîk a Gelan."
Onder diyar kir ku wan bi ezmûna ji berxwedana Geziyê derxistine, xwe ji bo hilbijartinên herêmî amade dikin û got, "Bi giyana Gezî, eger HDK giraniya xwe bi helwesta şoreşgerî bide vê pêvajoyê, wê li Stenbolê Şaredarekî me yê HDK'yî hebe."