OHD: Divê mafê azadiyê yê Ocalan bê naskirin

OHD: Divê mafê azadiyê yê Ocalan bê naskirin

Komeleya Huqûqnasên Azadîperest (OHD) ji ber ku ev sê sal in parêzer nikarin Ocalan bibînin, daxuyaniyek da û got, "Em bang li hikûmetê dikin ku hîn bêtir ji dil nêzî pêvajoyê bibe, gavên berçav biavêje û mafên azadî, ewlekarî û tenduristiyê yên Birêz Ocalan, di çarçoveya huqûqa netewî û navnetewî de, nas bike."

Komeleya Huqûqnasên Azadîperest (OHD) ji ber ku ev sê sal in parêzer nikarin Ocalan bibînin, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku li gel tecrîda 14 salan, ev sê salin destûr ji Ocalan re nayê dayîn parêzerên xwe bibîne û hat gotin, "Di vê dema bihurî de, mafên azadiya ramanê, wekhevî, ewlekarî, tenduristî û gelek mafên bingehîn ên Birêz Ocalan ji nedîtî ve hatin û bi binpêkirina huqûqê re tecrîdeke giran û taybet hat meşandin. Tecrîd hin deman weke mîna jêkirina por di asta fîzîkî de û hin caran jî bi astengkirina hevdîtina û qutkirina têkiliya wî bi derve ve, dewam kir."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di roja îroyîn de jî rayedar li Girtîgeha Îmraliyê sûc dikin û hat bibîr xistin ku ji ber tecrîda giran a 14 salan nexweşî rû daye Ocalan xwestiye heyeteke doktoran a serbixwe wî kontrol bike.  

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li gel vê daxwazê jî, hikûmetê hînê gav neavêtiye û hat gotin, "Di pêvajoya danûstandinan de navê herî bi bandor bêguman Birêz Ocalan e. Şert û mercên ewlekarî û tenduristiya wî divê werin sererastkirin. Ev gav ji bo rêveçûna pêvajoya aştiyê gelekî girîng e."

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ev sê salin destûr ji Ocalan re nayê dayîn ku parêzerên xwe bibîne û hat gotin, "Em bang li hikûmetê dikin ku hîn bêtir ji dil nêzî pêvajoyê bibe, gavên berçav biavêje û mafên azadî, ewlekarî û tenduristiyê yên Birêz Ocalan, di çarçoveya huqûqa netewî û navnetewî de, nas bike."