‘Ocalan got, 'Encama wê çi be bila bibe em neçarin serbikevin'’
‘Ocalan got, 'Encama wê çi be bila bibe em neçarin serbikevin'’
‘Ocalan got, 'Encama wê çi be bila bibe em neçarin serbikevin'’
Parlementera BDP'ê ya Îdîrê Pervîn Buldan di xwarina fitarê ya ji malbatên gêrîlayên HPG û PKK re hate dayîn de axivî û hevdîtina dawî ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kirin vegot û wiha axivî: "Birêz Ocalan ji bo vê pêvajoyê bi aştiyekî bi rûmet bi dawî bike ji bo hemû piştgiriyan bide amade ye. Birêz Ocalan ji me re got; 'encama pêvajoyê çi be bila bibe em neçarin serbikevin."
Rêxistina BDP'ê ya Îdîrê ji malbatên gêrîlayên PKK û HPG’ê yên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dan li avahiya partiyê xwarina fitarê da. Parlementera BDP'ê Pervîn Buldan, rêveberên BDP'ê, şaredarên navçe û bajaran û gelek kesên din tevlî xwarinê bûn. Berî xwarinê Parlementera BDP'ê Pervîn Buldan axivî û bal kişande ser pêvajoya çareseriyê û geşedanên li Rojava û wiha got: "Çareseriya li Rojava dê çareseriya Tirkiyeyê bi bandor bike. Pêvajoya çareseriya Tirkiyeyê jî dê pêvajoya çareseriyê ya Rojava bi bandor bike. Ji ber ku ji hev cuda nînin. Dibe ku di navberê de sînor hebin. Ji ber ku gelê Kurd li her erdnîgariyê têkoşîna aştî, azadî û wekheviyê dide."
Buldan bal kişand ser hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk anîn û wiha axivî: "Di hevdîtina me ya 21'ê tîrmehê ya bi Birêz Ocalan re pêk anîn de ji me re got, 'li hemû cihên hûn diçinê û civînên hûn li dar dixin spasiyên min ji ber piştgiriya dan pêvajoyê li gel bikin.' Ez dixwazim li gel êşên we kişandin hûn xwedî li pêvajoyê derbikivin û piştgiriyê bidin pêvajoyê. Birêz Ocalan ji bo pêvajo bi aştiyekî bi rûmet bi dawî bibe ji her fidekariyê re amade ye. Birêz Ocalan li gel di hucreyekê de bi tena serê xwe tê girtin jî ji pêvajoyê bi hêviye. Dema van dike dixwaze şertên wî jî bên guherîn. Birêz Ocalan got, 'encama vê yekê çi be bila bibe em neçarin serbikevin.' Lê têkoşîn bi tenê kesekî pêk nayê û divê gel jî tevlî bibe. Daxwaza Ocalan li ser serê me û çavên me cihê wê heye."
Buldan anî ziman ku, divê hikûmet gavên şênber bavêjin û wiha pê de çû: "Gelê Kurd li her qadê ji bo hikûmet gavên şênber bavêje li qadan dike qîrîn. Lê hikûmet hêj bêdenge. Ji bo aştiyê zêde dem tuneye. Hêj meclîs nehatî vekirin divê gav bên avêtin. Piştî meclîs hate vekirin jî paketa demokratîkbûnê ya me bi lezgînê bê dîtin."
Piştî axaftinan xwarina fitarê hate xwarin. Piştî xwarinê li bajaroka Xalfeliyê bi gel re hatin cem hev.