‘Ocalan di kortala betonê de ji bo aştiyê têdikoşe’

‘Ocalan di kortala betonê de ji bo aştiyê têdikoşe’

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş di axaftina xwe ya li kongreya Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê de destnîşan kir ku bi saya Ocalan ev 7 meh in xwîn narije û got, "Heta ku Birêz Abdullah Ocalan di kortaleke betonê de bê ragirtin, wê şensê rêveçûna pêvajoyê tinebe."

Demîrtaş got, "Em hêvîdarin helwesta AKP'ê wê di mehên Îlon û Cotmehê de me matmayî bilê. Eger AKP helwesta 10 salan a tê zanîn dewam bike, ewê wenda bike. BDP, di kesayetiya Birêz Ocalan, hemû gelên bindeste li wê masê temsîl dike."

2. Kongreya Awarte ya Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê bi axaftina beşdaran dewam dike.

'BILA DEWLET DESTÊ XWE JI BEDENA ME VEKIŞÎNE'

Parlamentera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tûncel di axaftina xwe de silav li şoreşa Rojava kir û destnîşan kir ku afirînerê têkoşîna aştiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Tûncel bal kişand ser têkoşîna azadiyê ya jinê û got, "Têkoşîna azadiyê ya jinan, parçeyek herî girîng a têkoşîna demokrasiyê ye. Têkoşîna hevala Sakîne, têkoşîna me ye."

Tûncel da xuyakirin ku ewê têkoşîna xwe ya li dijî sîstema deshilatdar a mêr û faşîzmê dewam bikin û got, "Mêr nikare biryarê be, ka jinê çi li xwe bike, çawa tevbigere û kengî derkeve kolanan. Dewlet; destê xwe ji bedena me vekişîne." Tûncel kampanya ciwanan a li dijî mêtîngeriyê silav kir û got, "Ciwan wê bibe pêşengên şoreşê."

'JI BER KU KURD ŞOREŞÊ DIKIN, CHP LI DIJ DERDIKEVE'

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, dema ji bo axaftinê ber bi kursiyê ve meşiya, bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Demîrtaş got, "Dev ji xebata siyasî berdin, ji bo tenê ev partî vekirî bimîne, bi sedan hevalan canê xwe dan. Di encama wê keda mezin, me tevgera mezin a gel ava kirin."

Demîrtaş got, "Bi dostên xwe yên şoreşger re em li Stenbolê, li gel van hemû zextan li ser piyan man" û diyar kir ku jiyaneke azad û bi rûmet nêz e. 

Demîrtaş der heqê şoreşa Rojava de weha peyivî: "Li ber pozê Tirkiyê, şoreşeke gel a bi heybet tê jiyîn. Hin hêzên ji xwe re dibêjin şoreşger û demokrat e, vê şoreşê nabînin. Yê ji xwe re dibêje demokratê sosyalim, şoreşê fêm nakie. Lîderê PYD'ê tê Tirkiyê, yê herî zêde li dij derdikeve partiya mûxalefeta bingehîn a ji xwe re dibêje demokratê sosyal e. Ji ber ku Kurd şoreşê pêk tînin, CHP dikeve nava hewldanên bêhurmetiya li pêşberî şoreşê."

'POLÎTÎKAYA HEVKARIYA BI ÇETEYAN RE TÊK ÇÛ'

Demîrtaş diyar kir ku ew ne neçarin piştgiriyê ne bidin rejîma Esad ne jî çeteyên dest bi xwîn ên El Qaîdeyê û got, "Polîtîkaya derve ya Tirkiyê ya hevkariya bi çeteyan re dike, têk çûye. Hatiya Salih Muslim li Tirkiyê, nîşaneya guhertina vê polîtîkayê ye. Em hêvîdarin wê bi vî rengî dewam bike."

Demîrtaş bibîr xist ku AKP, CHP û MHP ji bo êrîşî şoreşa Rojava bikin bûne yek û got, "Li Rojava, bi Kurd, Tirkmen û Ereban re gel deshilatdariya xwe pêk aniye. Bi qêrînê, hûnê nikaribin vê şoreşê têk bibin. Heta roja îro Sûriye, Iraq, Yewnanîsta cîranê we bû. Niha jî Kurdistan wê bibe cîranê we. Hûn dibêjin 'ev nabe'. Navê vê yekê faşîzm e."

'EM REJÎMA FAŞÎZAN A DARBEKAR A LI MISRÊ ŞERMEZAR DIKIN'

Demîrtaş bûyerên li Misrê jî nirxand û got, "Eger rêveberiya Mûrsî deshilatdariya xwe bi gel re parve bikira, wê rê nedabûya rejîma dîkta ya darbekar. Li Misrê ti deshilatdariya bi darbeyê were ser kar, ne rewa ye. Weke BDP em li gel hemû bindestên Misrê ne û bi derdorên li dijî darbeya faşîzan têdikoşin, di nava hevkariyê de ne."

Demîrtaş diyar kir ku divê li Misrê qadên Adeviyye û Tehrîrê dest bidin hev û li dijî dîktatoriyê bi hev re têbikoşin û got, "Çawa ku li vê derê Qada Gezî û Qada Amedê dest dan hevdu, divê li Misir û Sûriyê hemû gel bi hevre têkşîneke hevbeş bimeşînin."

'HETA KU OCALAN DI KORTALA BETONÊ DE BE, ŞENSÊ RÊVEÇÛNA PÊVAJOYA AŞTIYÊ TINEYE'

Demîrtaş da xuyakirin ku eger Tirkiye bi vê ferasetê were rêvebirin, kaosa li Misir û Sûriyê wê bê serê Tirkiyê jî û banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Newrozê ya dawî li şer anî bibîr xist.

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş axaftina xwe weha dewam kir: "Siyasetmedarên vî welatî li parlamentê hemû derfetên dewletê bikar anîn û destûrnameya şer mor kirin. Lê Birêz Ocalan di kortaleke 14 metrekareyî de ji bo vî welatî têkoşîna aştiyê da. Heta ku Birêz Ocalan di kortala betonê de be, şensê rêveçûna pêvajoya aştiyê tineye. Hikûmet jî vê dizane. Eger heft meh in xwîn narije, ev bi saya kê ey? Ev bi saya wî kesê hûn wî di kortala 14 metrekareyî de radigirin e. Divê berdêleke vê yekê hebe."

'TECRÎDA LI OCALAN NE HUQÛQÎ YE'

Demîrtaş anîna Ocalan a sala 1999'an bo Girava Îmraliyê bibîr xist û got, "Eger wê demê bangên Birêz Ocalan nebûya, welat wê veguheriya gola xwînê."

Demîrtaş bang li Bulent Arinç jî kir û got, "Huqûqnasê birêz Bulent Arinç; gelo kîjan huqûq dibêje Birêz Ocalan nikare bi malbata xwe re, bi çapemeniyê re hevdîtinê bike? Hûn 14 sal in qanûnan binpê dikin. Dev ji gotinên 'pêwistiyên pêvajoyê' berdin. Ji xwe hûn sûc dikin. Hûnê nema karibin vê bêhuqûqiyê dewam bikin."

Demîrtaş diyar kir ku eger ev bêhuqûqî dewam bike wê Ocalan di pêvajoyê de nebe û got, "Eger der heqê vê bêhuqûqiyê de hînê dudilî dewam bike, wê pêvajo nemeşe."

'BI ÊRÎŞKIRINA GEZÎ RE, HÛN NIKARIN BI KURDAN RE LI HEV BIKIN'

Demîrtaş destnîşan kir ku gelê Kurd di vê pêvajoyê de berpirsyariyên xwe bicih anî û got, "Em hêvîdarin wê Hikûmeta AKP'ê di mehên Îlon û Cotmehê yên pêş de, me matmayî bihêle. Na, eger polîtîkaya xwe ya 10 salan dewam bike, wê bi xwe wenda bike. Di kesayetiya Birê Ocalan de BDP li dora wê maseyê hemû bindestan temsîl dike."

Demîrtaş ragihand ku divê êdî AKP fêm bike, bi mejiyê yekperestiyê çareserî nabe û got, "Şev û roj bi heqareta li berxwedana Gezî, bi êrîşan re hûnê nikaribin bi Kurdan re li hev bikin. Her êrîşa li dijî Gezî, em weke êrîşa li dijî xwe dibînin."

'AKP'Ê KAPÎTALÎZM JI XWE RE KIR OL'

Demîrtaş bibîr xist ku ya herî zêde ji faîzê qezenç dike AKP'yîne û got, "Hûn rabûne ji ciwanên di bêrîka wan de pênc pere tineye û derketine Parka Gezî re dibêjin "lobiya faîzê." Ew ciwan, mîna te ne xwedî trîlyonane. Gelo Borsaya Stenbolê ji aliyê ciwanên Gezî ve tê rêvebirin? Yê ku kapîtalîzm ji xwe re kiriye ol, hûn bi xwe ne. Îslamiyet ne ev e."

Demîrtaş bibîr xist ku AKP'ê di deshilatdariya xwe ya 12 salan de nekarî pirsgirêka sergirtinê çareser bike û got, "Yên nêzî AKP'ê ne, pirsgirêka wan a sernixumandinê tineye. Pirsgirêka feqîrên sergirtî yên li kolanan bi ti awayî AKP'ê eleqedar nake."

'JI BO GIRTIYÊN NEXWEŞ, EMÊ QIYAMETÊ RAKIN'

Demîrtaş der heqê daxwazên xwe yên di pêvajoyê de got, "Em qenciya kesî naxwazin. Bazariya maf û azadiyan nabe. Tiştekî li ser bazarî were kirin li holê tineye. Li holê şaşiyek heye. Em dixwazim ev şaşî bê sererastkirin."

Demîrtaş bibîr xist ku pirsgirêka girtiyên nexweş, ne pirsgireke siyasî ye û got, "Dibe ku girtiyên nexweş, ji ber hesasiyeta pêvajoyê dengê xwe dernaxînin. Ez ji vê derê bi awayekî zelal dibêjim; Emê çavê xwe lê negirin. Emê ji bêvila we bikşînin. Emê qiyametê rakin."

Demîrtaş her weha diyar kir ku divê li gorî rewşa huqûqî ya pêvajoyê girtiyên KCK'ê werin berdan û got, "Eger ew nebin, em nikarin pêvajoyê bimeşînin. Ev ne gef û şantajên BDP'ê ne."

Piştî axaftina beşdaran, kongre bi diyarkirina rêveberiya nû ya Rêxistina BDP'ê ya Bajarê Stenbolê dewam dike.