Nûçegihanê DÎHA'yê Kuçukkarga hate girtin
Nûçegihanê DÎHA'yê Kuçukkarga hate girtin
Nûçegihanê DÎHA'yê Kuçukkarga hate girtin
Nûçegihanê DÎHA'yê Mensur Kuçukkarga dema li Xinisê nûçe dişopand bi îdîaya "tevlî çalakiyê bûye" hate girtin.
Nûçegihanê DÎHA'yê û Xwendekarê Zanîngeha Ataturk a Erziromê Mensur Kuçukkarga dema li navçeya Xinisê ya Erziromê di çalakiyên ji bo Kobanê hatin lidarxistin de nûçe dişopand duh di serdagirtina malê de li navçeya Palandoken a Erziromê hate binçavkirin û birîbûn Midûriyeta Polîsan a Xinisê. Piştî karên li vir Kuçukkarga sewqî Edliyeya Xinisê hate kirin û li ser îfadeyên kesekî yê ku Kuçukkarga tevlî çalakiyan bûye bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Giran a Xinisê hate kirin. Piştî îfadeyên li dadgehê nûçegihanê DÎHA Kuçukkarga hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa H a Erziromê.
Parêzerê Kuçukkarga Kadîr Guzelbaba têkildarî mijarê daxuyanî da û diyar kir ku dadgehê bêyî delîlan û bi sûcdariyên vala biryara girtinê da û wiha got: "Ji 11 kesên hefteyek berê hatin girtin kesekî got Mensur jî tevlî çalakiyan bûye hate girtin."
Guzelbaba, da zanîn ku ew ê li hemberî biryara girtinê îtîraz bikin.