Nobedarên berxwedanê:Ya esas berxwedana Kobanê ye
Nobedarên berxwedanê:Ya esas berxwedana Kobanê ye
Nobedarên berxwedanê:Ya esas berxwedana Kobanê ye
Çalakgerên li gundê Mehser a Pirsûsê di nobetê de ne, diyar kirin ku ji bo yekîtiya neteweyî alîkariya mirovahî û leşkerî girîng e û wiha gotin: “Avêtina hinek pêngavan encama berxwedana Kobanê ye. Ya esas berxwedana Kobanê û Gelê Kurd e."
Yekane rojeva welatiyên ku li sînorê Kobanê nobetê digirin, Kobanê ye. Welatiyên di nobeta berxwedanê de ne, tevgera li xeta sînor a 30 km’yî kêlî bi kêlî dişopînin. Girseya ku alîkariya mirovahî û leşkerî û biryara derbasbûna pêşmegeryan nirxandin diyar kirin ku Kobanê hê di bin tehdîda komkujiyê de ye û wiha got: “Di mijara alîkariyê de dereng mayîn heye, alîkarî kêm in û biryara derbasbûna pêşmergeyan divê zûtir bihata girtin. Lê her çiqas dereng bimîne jî alîkariyên bi vî rengî girîng in. Ya esas ev e ku berxwedana me ya bi hêza xweser a gelê Kurd û Kobanê hatiye afirandin.”
BERIYA EV BIHATA VÊ ASTÊ DIKARÎBÛ BIHATA KIRIN

Rukiye Şik a ji Amedê hatiye, diyar kir ku nuqteya herî hesas a Kurdên li her derê cîhanê dijîn Kobanê ye û wiha got: “Ev sê roje dibêjin pêşmerge hat û tên. Lê me li vir tiştek nedît. Heta niha yek carê alîkariya ji bo Kobanê hat kirin. Ev jî tenê ji bo xwe nîşan bidin kirin. Ev alîkarî ji dil nayên kirin. Ger ji dil tê kirin bila beriya ku DAIŞ biketa Kobanê bikirana. Beriya ku bihata vê astê divê bihata kirin. Hikûmeta Tirk ji roja destpêkê piştgiriyê dide DAIŞ’ê. Destûrê dide ji sînor derbas kir. Wan xwedî dikin. Bi vî awayî dixwazin Kurdan biqedînin. Lê bila her kes bizane ku Kurd naqedin.
DIVÊ ÇALAKIYÊN NOBETÊ BÊN MEZINKIRIN

Ciwanê bi navê Halîl Şahan jî bal kişand ser gotin û nêzîkatiyên demên dawî yên der barê Kobanê de û wiha got: “Wisa dikin ku bêjin; li Kobanê DAIŞ qediya, hewcedarî bi çalakiyan nîne. Yan jî DAIŞ vedikişe hewcedarî bi vekirina korîdorekê nîne. Lê em li vir hê jî dibînin ku çete ji rojhilatê Kobanê dikeve bajar û ji bo deriyê sînor bigirin dest guleyên hawanê davêjin. Li vir şer bi awayî didome. Divê ev çalakiyên nobetê bên mezinkirin.
FELSEFEYA OCALAN WÊ KOBANÊ AZAD BIKE

Alî Bîlgîç jî diyar kir ku ev 25 sal e li Elmanyayê li dijî û piştî êrîşên li dijî Kobanê destpê kiriye hatiye Pirsûsê û di çalakiya nobetê de cih girtiye. Bîlgîç bi lêv kir ku heta Kobanê azad nebe wê li vir bimîne û got wê felsefeya Ocalan Kobanê azad bike.