Nobeda Strassbourgê, koma Dortmûndê dewir girt

Nobeda Strassbourgê, koma Dortmûndê dewir girt

Nobeda ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Fransa Strasbourgê tê girtin, ji aliyê komeke nû ya ji bajarê Elmanya Dortmûndê ve tê meşandin.

Çalakiya nobedê ya li ber Konseya Ewropayê ku di roja 399. de ye, ji aliyê koma 5 kesan a ji bajarê Elmanya Dortmûndê ve tê meşandin ku ji bo Bonnê dewir girt.

Çalakvanê bi navê Melle yê ji Dortmûndê beşdarî çalakiyê bûye da xuyakirin ku divê tevahiya gelê Kurd bi awayekî çalak û xurt beşdarî pêvajoyê bibe. Ji çalakgeran Mûstafa jî xwest, ji bo pêvajo veguhere aştiyê, her kes piştgiriyeke xurt bidê.

Hasan Huseyîn ê beşdarî çalakiya nobedê bû jî da xuyakirin ku li Tirkiyê zêdeyî 2 salan li ser Ocalan tecrîdeke giran tê meşandin û destnîşan kir ku heta Ocalan azad nebe, Kurd azad nabin.

Çalakger wê hefteyekê ji bo azadiya Ocalan îmzeyan kom bikin û broşurên Îngilîzî yên li ser jiyana Ocalan belav bikin.