Nobeda ji Ocalan re Azadî di hefteya 125. de ye

Nobeda ji Ocalan re Azadî di hefteya 125. de ye

Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî li ber Konseya Ewropayê destpê kir, bê navber dewam dike. Çalakiya ku ket hefteya 125. ji aliyê komeke nû ya ji bajarê Elmanya Salzgitterê ve dewir hat girtin.

Çalakiya nobedê ya di 25'ê Hezîrana 2012'an de destpê kir, di roja 861. de ji aliyê koma ji bajarê Elmanya Salzgitterê ve dewir hat girtin. Di nava komê de Menzeher Karakaş û keça wê Rûken Karakaş, HakÎme Yûsûf û Mehmet Dogan cih digirin.

Endamên komê wê tevahiya hefteyê li qada ber Konseya Ewropa û Parlamenta Ewropayê nobedê bigirin û bi diyaloga bi derdorê re der barê hewldanên aştiyê yên Ocalan de agahiyan bidin. Her wiha wê broşurên li ser biyografiya Ocalan bên belavkirin û di çarçoveya kampanya îmzeyan a navneteweyî ya ji bo azadiya Ocalan de îmzeyan kom bikin.

Endamên koma ji Salzgitterê her wiha wê der heqê komkujiyên li Rojava, Şengal û Kobanê agahiyan bidin û wê bala raya giştî bikşînin ser mijarê. Endamên komê gotin "Em berxwedana Kobanê ya nêzî 2 meh in jin, ciwan û zarok bi hev re destaneke lehengiyê dinivîsînin, silav dikin. Li pêşberî bîranîna hemû cangoriyên xwe yên di vê berxwedanê de jiyana xwe ji dest dane, bi rêzdarî bejna xwe ditewînin."

"JI BO EM DAWÎ LI DÎLGIRTINA OCALAN BÎNIN EM TÊDIKOŞ IN"

Endamên komê ragihandin ku ew dixwazin dawî li dîlgirtina fîzîkî ya Ocalan bînin û gotin, "Di sala sêyemîn a vê çalakiya ji bo azadiya Ocalan de, bi dîtina me Ocalan azad e. Ji ber ku ti nêrîn nikare dîl bê girtin. Tevî ku di girtîgeheke taybet de jî Ocalan ji bo gelê Kurd û azadiya tevahiya gelên Rojhilata Navîn perspektîfan pêşkêş dike û bi vî rengî îspat kiriye ku azad e. Ocalan niha bi tenê ji aliyê fîzîkî ve dîl girtî ye. Wezîfeya dikeve ser milê me jî bi dawîkirina vê dîlgirtina fîzîkî ye û ji ber ku em bi vê armancê tevlî Nobeda Azadiyê bûne, em serbilind in. Heta nefesa xwe ya dawî em ê dest ji têkoşîna ji bo azadiya Ocalan bernedin."

Endamên koma Salzgitterê banga xwedîderketina li çalakiya nobeda ji bo azadiya Ocalan kirin.

Çalakiya nobeda azadiyê, ku çalakiya herî demdirêj a Kurdistaniyên li Ewropayê ye, ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve bênavber, heftê heft rojan tê meşandin. Heta niha nezî 600 kes tevlî 125 komên nobedar bûne û nêzî 20 hezar îmze hatine berhevkirin.