Ne dewletê, Kurdan hembêza xwe li wan vekirin

Ne dewletê, Kurdan hembêza xwe li wan vekirin

Piştî çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Kobanê kirin nêzî 200 hezar welatî neçar man bajêr biterikînin. Ji 121 hezar û 467 Kobaniyên li nava sînorê bajarê Rihayê bi cih bûn tenê 6 hezar û 100 kes dewletê "hembêza xwe jê re vekir" û 115 hezar û 367 kes jî ji aliyê şaredariyên DBP'î ve hatine vehewandin. Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Pirsûsê Îsmaîl Kaplan diyar kir ku ji konan re rojê 3 caran xwarina germ û ji malan re jî zexîre tê dayîn û ji bo Kobaniyan re dewletê na gelê kurd hembêza xwe vekir.

Piştî çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Kobanê kirin bi hezaran welatiyan berê xwe dan xizmên xwe yên li aliyê din ê têlên sînor. Ji 15'ê Îlonê heya niha nêzî 200 hezar Kobanî derbasî aliyê Pirsûsê bûn. Ji roja welatî hatin di serî de Serokkomar Erdogan, Serokwezîr Davutoglu û gelek rayedarên dewletê û siyasetmedaran gotin, "Me ji welatiyên Kobanê re deriyên xwe vekirin" lê rewşa tê jiyîn qet jî wisa nîn e yên deriyên malên xwe jê re vekirin dîsa xwik û birayên wan ên kurd bûn. Tenê di nava sînorên Rihayê de 121 hezar û 467 welatiyên Kobanê dijîn. Dîsa li Dîlok û navçeya wê Nîzîpê jî nêzî 20 hezar Kobanî lê bi cih û bûn xebatên welatiyên çûn bajarên Tirkiye û Kurdistanê yên din jî bên tesbîtkirin berdewam dikin.

115 HEZAR 367 KES JI ALIYÊ ŞAREDARIYÊN DBP'YÎ VE TÊN VEHEWANDIN

Ji welatiyên hatin 121 hezar û 467 hezar welatiyên Kobanî li Riha û navçeyên wê dimînin. Ji van 115 hezar û 367 kesan hemû hewcehiyên wan ji aliyê şaredariyên DBP'î û rêxistinên sivîl ên civakî ve di bin pêşengiya Şaredariya Pirsûsê ve tên dîtin. Dewlet tenê 6 hezar û 100 kesan xwedî dike. Ev daneya şênber têgihiştina dewletê çawa ji welatiyên Kobanê re "hembêz vekir" radixe berçavan.

NIFÛSA PIRSÛSÊ BI 2 QATAN ZÊDE BÛ

Tenê li navçeya Pirsûsê ya Rihayê 42 hezar û 767 welaityên Kobanê dimînin. Li navçeyê hemû sazî di nava seferberiyê de ne û ligel vê yekê li ser kolanê welatiyên Kobanê dîtin mimkûn e. Piştî welatiyên Kobanê hatin nifûsa navçeyê ya ji 100 hezaran pêk dihat bû du qat û gelek welatî şandin navenda Rihayê û navçeyên wê yên din. L navenda Rihayê 35 hezar, li Bêrecûkê 15 hezar, li Hewengê 10 hezar, li Xeleftiyê 5 hezar, Sêwerekê 4 hezar, Hîlvanê 3 hezar û li Serêkaniyê jî 600 welatiyên Kobanê dimînin. Bi sedan welatiyên Kobanê yên ji bo di zeviyên pembû de bixebitin çûn navçeya Akçakaleyê jî bên tesbîtkirin xebat tên meşandin.

LI 4 WARGEHÊN KONAN 12 HEZAR WELATÎ DIMÎNIN

Ji 42 hezar û 767 kesên welatiyên Kobanê yên hatin Pirsûsê ji aliyê şaredariyên DBP'î ve li 4 wargehên konan dimînin û ligel vê yekê welatiyan malên xwe ji Kobaniyan re vekirin dîsa li malên gel, malên şînê, dikanên vala û depoyan de dimînin. Li wargehên ji konan hatin avakirin li Wargeha Rojava 106, Wargeha Arîn Mîrxan 450, Wargeha Nejat Suphî Agirnasli 40 û Wargeha Kobanê jî 211 bi giştî hezar û 417 kon hene. Li wargehên ji konan 12 hezar welatî dimînin û rojê 3 carakan xwarina germ ji aliyê şaredariyan ve tê dayîn. Piştî çend rojan wê wargeheke din a ji konan a ji 600 konan pêk tê bê avakirin. 15 hezar û 767 welatî jî taxên navçeyê hinek ji aliyê welatiyan ve li malê xwe bi cih kirin hinek li kargehên vala, depo, mizgeft û malên şînê dimînin. Nêzî 15 hezar welatî jî nêzî xebat sînor li gundan li cem xizmên xwe dimînin. Dewletê jî du konbajarên cuda ava kirin û li wir jî 6 hezar û 100 kes dimînin. Bi giştî li Pirsûsê 48 hezar û 876 welatiyên Kobanê dimînin.

Hewcehiyên welatiyên li wargehên ji konan li Pirsûsê dimînin ji aliyên komîsyonên hatin diyarkirin ve tên diyarkirin û pişt re li Garaja Şaredariya Pirsûsê li navenda alîkariyan tên temînkirin û digihijînin welatiyên Kobanê. Ji bo welatiyên di konan de dimînin rojê 3 caran xwarina germ tê belavakirin û welatiyên li malan jî dimînin alîkariyên zexîr tê belavkirin.

'RAYEDAR RASTIYÊ NABÊJIN'

Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê navçeyê Îsmaîl Kaplan diyar kir ku ji roja welatiyên Kobanê hatin heya niha xebatên alîkariyên dimeşînin û heya niha nêzî 200 hezar kes derbasî vî alî bûn e. Kaplan, anî ziman ku gotinên rayedarên dewletê yên ji bo welatiyên Kobanê alîkariyê dikin rast nîn in. Kaplan, da zanîn ku dewlet tenê ji 6 hezar û 100 kesan re "hembêza xwe vekir" û ev yekê ji aliyê meqamên fermî ve jî tê pişt rastkirin. Kaplan, bilêv kir ku alîkariya welatiyên Kobanê HDP, DBP, rêxistinên sivîl ên civakî û dostên kurdan dikin û ji Kobaniyan re dewletê na gelê kurdan hembêza xwe vekir.