Navên sivîlên hatine revandin diyar dibin: 16 kes ji malekê ne
Navên sivîlên hatine revandin diyar dibin: 16 kes ji malekê ne
Navên sivîlên hatine revandin diyar dibin: 16 kes ji malekê ne
Li Girê Spî, nêzî 300 welatiyên ku ji aliyê komên çekdar ve hatine revandin, hîn jî nehatine berdan. Li aliyê din navên hin sivîlên dîl hatine girtin jî diyar bûn. Hate gotin ku di nava dîlên ku zarok jî hene, 16 kes ji heman malbatê ne.
Welatiyên ku ji aliyê komên çekdar ve li Girê Spî (Til Ebyad) di encama êrîşa li ser malan de hatibûn revandin, hîn nehatine berdan. Hate hînbûn ku welatî ji aliyê komên bi navê Ehrar El-Şam, Welîd El-Sixnî û Ebû El-Reb ku ew jî girêdayî Ehrar El-Şamê ne ve hatine revandin.
GIRÊDAYÎ EBÛ MÛSAB E
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, ev komên ku welatiyên sivîl di destê xwe de digirin hemû girêdayî emîrê Dewleta Îslamî ya Iraq û Biladî El-Şam yê Girê Spî (Til Ebyad) Ebû Mûsab e ku di 20’ê Tîrmehê de ji aliyê Cephet El-Ekrad ve hatibû girtin û piştre hatibû berdan.
Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku rehîneyên tê gotin hejmara wan nêzî 300 kesî ye, birine bajarê Reqayê û êşkence li wan tê kirin. Hate ragihandin ku di nava welatiyên sivîl de, 5 endamên kurd ên heyeta ku 21’ê Tîrmehê de ji bo hevdîtinê çûbû Girê Spî û ji 10 kesên ku 5 ji wan kurd 5 jî ereb bûn pêk dihat, lê ji aliyê van koman ve hatibûn girtin jî, hene.
16 KES JI HEMAN MALBATÊ NE
Di vê navberê de navên hin welatiyên ku hatine revandin jî diyar bûn. Hate hîn bûn ku ji welatiyan 16 kes ji malbata Hecî Mistefa Çawiş in. Navên welatiyên ku ji heman malbatê ne wiha ne:
“Îbrahim, Mehemed, Wehîd, Mehmud, zarokên wan Salih, Fadil, Elî Îbrahîm, Mistefa ku lal e (nikare bi axive) Vehîd, Cuma Mehemed, Fadil, Salih, Îbrahim, Mehed, Îbrahim Mehed Çawiş.”
Her wiha di nava welatiyên hatine revandin de Veysî Hecî Xidir ê ji gundê Yabsê û herdu zarokên wî, welatiyên bi navê Xidir, Nasir, Ehmed Xidir Xelîl ku ji aliyê ketîba Welîd El-Sixnî ya girêdayî Ehrar El-Şam ve hatine revandin jî hene.
Dîsa ji gundê El-Şeebe yê girêdayî Til Ebyadê ciwanê bi navê Cuma Îbî ku ji aliyê ketîba Ebû El-Reb ve hate revandin jî heye. Welatiyê bi navê Mehemed Izzet ku mala wî li rex Mala Gel a Tilebyadê bû û ji aliyê êrîşkaran ve hate teqandin jî heye, hatiye revandin.
Hate hînbûn zarokê bi navê Elî Ebû Wehîd ê 17 salî hatiye revandin.