Nasnameya 7 şervanên YPG û YPJ hat aşkerakirin
Nasnameya 7 şervanên YPG û YPJ hat aşkerakirin
Nasnameya 7 şervanên YPG û YPJ hat aşkerakirin
Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diyar kir ku di pevçûnên di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên El-Nusra ku di navbera 25 û 28’ê Tîrmehê de li cihên cuda rû dan 7 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dane û navê wan aşkera kir.
Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyaniyek nivîskî weşand û destnîşan kir ku di pevçûnên duh êvarê li gundên Çilaxa û Tirbespiyê de 4 şervanên YPG’ê û endamekî Konfederasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz ku alîkariya YPG’ê dikir jiyana xwe ji dest dane, şervaneke YPJ’ê jî di pevçûnên 25’ê Tîrmehê li gundê Siwêdiyê jiyana xwe ji dest daye û li Efrînê jî şervaneke YPJ’ê di dema li ser wezîfeyê qeza kir û di encama qezayê de jiyana xwe ji dest daye.
Navê 7 şervanên YPG’ê û YPJ’ê wiha ne:
Nav û Paşnav: Ebdurehîm Birahîm
Nasnav: Ebdurehîm
Navê Dayikê: Sînem
Navê Bav: Birahîm
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Gundê Sermesax ê Girkê Legê/1976
Di sala 2011’an de tevlî nava refên YPG’ê bûye û 27’ê Tîrmehê li gundê Girhok jiyana xwe ji dest daye.
Nav û Paşnav: Behcet Sebrî
Nasnav: Lewend Dêrik
Navê Dayikê: Esman
Navê Bav: Remezan
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Gundê Banokiyê yê Girkê Legê/1986
Di sala 2011’an de tevlî nava refên YPG’ê bûye û di 27’ê Tîrmehê de li gundê Girhok jiyana xwe ji dest daye.
Nav û Paşnav: Medîne Remezan
Nasnav: Azadî Rustem Cûdî
Navê Dayikê: Cerîda
Navê Bav: Beşîr
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Gundê Çêleka yê Dêrikê/1984
Di sala 2011’an de tevlî nava refên YPG’ê bûye û di 25’ê Tîrmehê de li Siwêdiyê jiyana xwe ji dest daye.
Nav Paşnav: Hêvîdar Ezîz
Navê Dayikê: Fehîme
Navê Bav: Ehmed
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Girê Berêh ê Tirbespiyê/1994
Di sala 2013’an de li Tirbespiyê tevlî nava YPJ’ê bûye û 27’ê Tîrmehê li Tirbespiyê jiyana xwe ji dest daye.
Nav û Paşnav: Dilşad
Nasnav: Dilşad
Navê Dayikê: Ezîme
Navê Bav: Nûredîn
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Qeldemûn a Dêrik/1991
Di 2013’an de tevlî nava hêzên Asayîşê bûye û 27’ê Tîrmehê li gundê Girhok jiyana xwe ji dest daye.
Nav û Paşnav: Metîn Mihemed
Nasnav: Metîn
Navê Dayikê: Xanê
Navê Bav: Mihemed Şerîf
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Rûbarya Dêrik
Endamê Konfederasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz. Di 27’ê Tîrmehê de li gundê Girhok jiyana xwe ji dest daye.
Nav û Paşnav: Meha Seydo
Nasnav: Zeyneb
Navê Dayikê: Zahîde Seydo
Navê Bav: Enwer Seydo
Li gundê Qestel Cindo yê Navçeya Şera ya Efrînê jiyana xwe ji dest da.