Nasnameya 3 gerîlayên jiyana xwe ji dest dan hatin aşkerakirin

Nasnameya 3 gerîlayên jiyana xwe ji dest dan hatin aşkerakirin

Komîteya Şehîdan a KCK'ê, nasnameya 3 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan, aşkera kir.

Komîteya Şehîdan a KCK'ê, nasnameya 3 gerîlayên di şerên navbera salên 1990 û 2007'an de jiyana xwe ji dest dan, aşkera kir. Komîteya Şehîdan a KCK'ê got, "Me xwe gihand 3 gerîlayên din ên ji bo gel û rûmeta xwe canê xwe feda kirine" û ev daxuyanî da.

"Weke yek ji gelên herî kevnare, ji ber ku em dixwazin bi ziman, çand û vîna xwe ya çarenûsa xwe diyar bikin, rastî feraseteke deshilatdar a dixwaze me tune bike û hebûn û rûmeta me înkar dike. Li hemberî dijminekî ku hemû gavên me weke qelsiyê dibîne, ji bo destê me yê aştiyê bişkîne êrîşên xwe giran dike û hewl dide gelê me mehkûmî pêşerojeke bêrûmet bike, bila baş were zanîn ku emê di xeta şehîdên xwe de heta ferdê xwe yê dawî têbikoşin."

Komîteya Şehîdan a KCK'ê, ji tevahiya gelê Kurdistanê û malbatên van her sê têkoşerên di rêya azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, sersaxî xwest û nasnameya wan aşkera kir:

- Ahmet Eryilmaz bi nasnav Denîz Mazlûm, li gundê Kilesecek ê Semsûrê di 05.07.1966'an de hat dinyayê. Eryilmaz di Tîrmeha sala 1991'ê de di şerê li Çiyayê Engîzekê yê li Başûrrojava, jiyana xwe ji dest da.

- Ayşe Kuşme bi nasnav Avesta Ronahî, li navçeya Mereş Elbîstanê di 05.05.1977'an de ji dayik bû. Kuşne, di şerekî li Amedê de di sala 1997'an de jiyana xwe ji dest da.

Denîz Kiyak bi nasnav Denîz Rojinda di sala 1980 de li Çewlikê hat dinyayê. Di 26.12.2007'an de li Çiyayê Bizina yê Gabarê di şer de jiyana xwe ji dest da.