Nasnameya 21 gerîlayên demên cuda jiyana xwe ji dest dane hat aşkerakirin

Nasnameya 21 gerîlayên demên cuda jiyana xwe ji dest dane hat aşkerakirin

Komîteya Şehîdan a PKK’ê nasnameya 21 gerîlayên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane aşkera kir.

Komîteya Şehîdan a PKK’ê daxuyaniyek nivîskî da û got: “Gelê me gelê şehîdan e. Tevî ku tu gelî bi qasî gelê me şehîd nedane jî, gelê me bersiva vê negirtiye.”

Komîteyê diyar kir ku tevgera PKK’ê ji ber cidiyet û hedefa armancên xwe, gerîlayên wê bê teredût hebûna xwe ya herî bi nirx canê xwe ji bo serkeftina vê armancê her tim feda kirine.

Komîteyê di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got: “Em çiqas bixwazin fêr bibin ku ev rêxistin çiqas bi biryar e, divê em li endamên vê rêxistinê binêrin ku di her şert û mercî de tevî hemû zar û zehmetiyan ji bo vê çiqas ji mirinê re rehet in, binêrin. Pêkanîn jî di vî alî de be, wê demê ev rêxistin rêxistineke pir cidî ye.

Eger ew ji wan kesên ku di rojên xweş û rehet de li dora nirxan dicivin, lê di rojên zehmet an jî li pêşberî zexteke biçûk de ji hev belav dibin bin, hingî dikare bê gotin ku gotinên wan çi dibe bila bibe ew mirovên tehlûke ne, di şerên mezin ên mîna şerê gelan de divê bawerî bi van neyê kirin û tiştek radestî wan neyê kirin, ku ev nikarin bi berpirsyariya wan rabin.

Eger neteweyek rastî êrîşê tê û endamên wê neteweyê dernakevin pêş, hesap napirsin, bi tenê rondikên çavan dibarînin, hingî heq e lanet li wê netewe û endamên wê bê kirin. Ne kes neteweyên bi vî rengî dibîne, ne jî hurmetê nîşan dide. Şîdeta zexta lê tê kirin çiqasî dijwar be jî, çiqasî rastî neheqiyê bên jî eger ew kes ji bo azadiyê ranebin ser piyan û xwe ji vê tevgerê vegirin, wê demê her tim dikarin bibin kole.

Yên ku li ser navê rizgarîxwaziya neteweyî zimandirêjiyê dikin, lê di oxira wê de dilopek xwînê jî narijînin, gelekî rast e ku bi lanetê bên bîranîn, weke mirovên rûreş ên nikaribin derkevin nava mirovahiyê û her roj bi vê şermê hezar carî bimirin, werin pênasekirin.

Di navbera nêzîkatî û pratîka kesên di wê baweriyê de ne, ku qudreta jiyanê ya neteweyekê li gorî mirovên di şerê azadiya wê de bêyî dudiliyê canê xwe feda dikin û biryara tevlîbûna şerê wê dane de, cudahiyên mezin hene. Dîrokê bi mînakên bêdawî nîşanî me daye ku gel û çînên gihane serketinê, li ser vê bingehê tevgeriyan e.

Ji ber vê yekê em dibêjin, ku divê gelê Kurd û gelên li Kurdistanê dijîn li roja me ya îro binêrin û baştir fêm bikin ku rastiya şehîdan a PKK'ê tê çi wateyê.

Baweriya me tam e ku gelê me, raya giştî ya demokratîk û tevahiya dostên gelê Kurd wê li gorî ronahiya vê rastiyê ji her demê bêtir, li pêşberî rastiya şehîdan a PKK'ê hestyar bin, mîna xeleke ji agir a xurt xwedî li şehîdên me derkevin. Heta dawiyê em bawer in ku gelê me wê her tim bibe şopdarên baş ên armancên şehîdên me û ji ber vê yekê em bang li gelê xwe û hemû dostan dikin ku careke din li dora rastiya şehîdan bibin yek."

Nasnameya gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane wiha ye:

Abdullah Baltik ê bi nasnav Karker Newroz di sala 1980’î de li Mûşê ji dayik bû, sala 1998’an li Stenbolê beşdar bû, 7’ê Îlona 1999’an li Mûtkî jiyana xwe ji dest da.

Ahmet Şahîn ê bi nasnav Bişar di sala 1983’yan de li Agirî ji dayik bû, di sala 1999’an de ji Stenbolê beşdar bû, 2’yê Çileya 2002’an de li Dêrsimê ji ber aşûtê jiyana xwe ji dest da.

Alaatîn Akbaş ê bi nasnav Kamuran di sala 1977’an de li Erûha Sêrtê ji dayik bû, sala 1991’ê de ji Stenbolê beşdar bû, 12’ê Sibata 1994’an li Silopiyayê jiyana xwe ji dest da.

Aslan Kaplan ê bi nasnav Dilbirîn di sala 1982’an de li navçeya Şax a Wanê ji dayik bû, di sala 1999’an de ji Stenbolê beşdar bû, 15’ê Îlona 1999’an li Gabarê jiyana xwe ji dest da.

Aydin Karataş bi nasnav Kendal di sala 1993’an de li Bismila Amedê ji dayik bû, di 13’ê Cotmeha 1998’an de li Şax/Botanê jiyana xwe ji dest da.

Azîz Batûr ê bi nasnav Ekrem di sala 1975’an de ji dayik bû, sala 1992’yan de ji Stenbolê beşdar bû, di sala 1995’an de li Nazmiye ya Dêrsimê jiyana xwe ji dest da.

Bakir Ozdemîr ê bi nasnav Egîd di sala 1982’yan de li Tetewan a Bedlîsê ji dayik bû, sala 1999’an li Amanos beşdar bû, 19’ê Mijdara 2003’yan li Amanos a Hatayê jiyana xwe ji dest da.

Burhan Demîr ê bi nasnav Çayan di sala 1992’yan de li Gever a Colemêrgê di sala 1994’an de li Geverê beşdar bû, 1998’an de li Herkî/Şeladize jiyana xwe ji dest da.

Cemal Ugur ê bi nasnav Sînan Întîkam di sala 1978’an de li Agirî ji dayik bû, sala 1993’yan beşdar bû, 9’ê Hezîrana 1997’an li Heftanîn jiyana xwe ji dest da.

Cengîz Bîtkaya ê bi nasnav Hawar Zinar di sala 1979’an li navçeya Xana Hewêl a Sêrtê ji dayik bû, 1995’an de ji Stenbolê beşdar bû, 11’ê Mijdara 1998’an de li Çiyayê Hasandîn ê Pasûrê jiyana xwe ji dest da.

Cîhan Akyuz a bi nasnav Dilber Bagok di sala 1976’an de li Midyad a Mêrdînê ji dayik bû, di sala 1991’ê de ji Nisêbînê beşdar bû,  di 23’ê Mijdara 1998’an de li Xirbike Bestler/Botan jiyana xwe ji dest da.

Çetîn Salçik ê bi nasnav Rizgar di sala 1979’an de li navçeya Misirc a Sêrtê ji dayik bû, sala 1997’an ji Stenbolê beşdar bû, sala 1998’an li Amedê jiyana xwe ji dest da.

Emîn Çetîn ê bi nasnav Alî Agirî di sala 1967’an li Patnos ji dayik bû, sala 1997’an ji Stenbolê beşdar bû, 19’ê Kanûna 1998’an li Heftanîn jiyana xwe ji dest da.

Enver Kaplan ê bi nasnav Zagros Bêrîtan di sala 1988’an li Bedlîsê ji dayik bû, sala 2005’an ji Stenbolê beşdar bû, 10’ê Mijdara 2008’an li Zapê jiyana xwe ji dest da.

Abdulbakî Cansu ê bi nasnav Rizgar di sala 1980’î de li Misirc ji dayik bû, sala 1995’an li Colemêrgê jiyana xwe ji dest da.

Abdurrahman Dûman ê bi nasnav Amed di sala 1972’yan de li Midyadê ji dayik bû, 1993’an ji Stenbolê beşdar bû 8’ê Tîrmeha 1996’an li Ovacik a Dêrsimê jiyana xwe ji dest da.

Azîze Guçlu a bi nasnav Selcan di sala 1975’an li Cizîrê ji dayik bû, sala 1991’ê ji Cizîrê beşdar bû, sala 1994’an li  Cûdî/Botan jiyana xwe ji dest da.

Ekrem Polat ê bi nasnav Şahîn di sala 1972’yan de ji dayik bû, 1994’an ji Belçîka beşdar bû, sala 1997’an li Bajêrgeh/Zargos jiyana xwe ji dest da.

Fettah Kaya ê bi nasnav Mervan Serhat di sala 1975’an li Bazidê ji dayik bû, sala 1992’yan ji Stenbolê beşdar bû, sala 1997’an li Serhedê jiyana xwe ji dest da.

Mehmet Kaban ê bi nasnav Hamza di sala 1972’yan Melazgir a Mûşê ji dayik bûye, sala 1990’î ji Melazgir beşdar bû, 14’ê Tebaxa 1993’an li Geverê jiyana xwe ji dest da.

Rabîa Sarikaya ya bi nasnav Denîz di sala 1975’an de ji dayik bû, sala 1997’an ji Stenbolê beşdar bû, 29’ê Tebaxa 1998’an li Koçgirî ya Sêwasê jiyana xwe ji dest da.

Yildiz Kortak a bi nasnav Zozan di sala 1972’yan de li navçeya Stewrê ya Mêrdînê ji dayik bû, di sala 1993’yan de ji Mêrdînê beşdar bû, sala 1995’an li Mîrosî/Zagros jiyana xwe ji dest da.