Muxtarên li sînor: Em ê qet destûr nedin ‘herêma bi ewle’
Muxtarên li sînor: Em ê qet destûr nedin ‘herêma bi ewle’
Muxtarên li sînor: Em ê qet destûr nedin ‘herêma bi ewle’
HDP û DBP’ê, bi muxtar û azayên 30 gundên li sînorê Kobanê-Pirsûsê re civîn li dar xistin. Di civînê de hewldana hikûmetê ya “herêma bi ewle” ku hat nîqaşkirin muxtaran diyar kirin ku li ser axa xwe wê destûr nedin polîtîkayeke bi vî rengî. Parlamenterê HDP’ê Îbrahîm Ayhan jî got ku bi berxwedana Kobanê re tevayî polîtîkaya qirêj vala hat derxistin.
Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê, bi armanca tespîtkirina pirsgirêkên gundên li sînor û têkildarî hewldanên hikûmetê yên, “herêma bi ewle” û herêmê ji mirovan vala bikin, di pêşengiya DBP’ê de bi tevlîbûna muxtar û azayên gundan civînek hat lidarxistin. Di civîna ku li gundê Mehser hat lidarxistin, parlamenterên HDP’ê yên Riha Îbrahîm Ayhan, Îbrahîm Bînîcî, endama Desteya Îcrayê ya KCD’ê Feleknas Uca, Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Pirsûsê Îsmaîl Kaplan û tevayî muxtarên gundên derdorê beşdar bûn.
Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Pirsûsê Îsmaîl Kaplan, diyar kir ku bi hewldana "herêma bi ewle” ya tê xwestin ev e ku sînor ji mirovan vala bikin û anî ziman ku ev lîstikeke û nayê qebûlkirin. Kaplan got, "Sed sal e dewlet lîstikên bi kar tîne dewam dike. Em ê li hember vê bin. Divê hûn jî li hember vê helwesta xwe nîşan bidin.”
Parlamenter Îbrahîm Bînîcî jî, got ku wê bi gundiyan re qet destûr nedin, “herêma bi ewle”. Îbrahîm Ayhan jî diyar kir ku piştî êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê, Tirkiye bi “herêma tampon” re xwestiye dagir bike, lê bi berxwedana Kobanê re tevayî polîtîkayên qirêj vala hatine derxistin. Ayhan diyar kir ku bi Kobanê re 4 parçe Kurdistan bûye yek û got, "Tirkiyeya ku nikarîbû berxwedana Kobanê bifetisîne dixwaze vê bi ‘herêma bi ewle’ bixe pratîkê. Wê axa me dagir bike. Dixwaze vê jî bi DAIŞ ve girêbide. Esasê herêma bi ewle destdanîna ser axa me ye. Dîrok, çand û namûsa me ji destê me diçe. Lewma ji bo li hember vê em bi hev re derkevin em li vir in.”
Ayhan, anî ziman ku di berxwedana nobetê ya 49 roj in didomin piştgiriya gundiyan bi wate ye û ji ber vê gundî û muxtar spas kir.
Feleknas Uca jî, da xuyakirin ku sînor bê wate ne û ji her demê zêdetir divê yekîtiya xwe pêş bixin.
Paşê di civînê de muxtaran mafê axaftinê wergirtin. Yek ji muxtarên ku axivî li hember hewldana, “herêma bi ewle” nerazîbûn nîşan da û got ku wê tu carî destûr nedin li ser axa wan hewldaneke wiha.