‘Min dît ku tu wateya sînor tune ye'
‘Min dît ku tu wateya sînor tune ye'
‘Min dît ku tu wateya sînor tune ye'
Xwendekara Felsefeyê ya bi eslê xwe Bulgar Gamaze Kafar a ku meheke li sînorê Kobanê nobeta berxwedanê digire li qada berxwedanê wiha bang li xwendekarên zanîngehê kir: "Heke ez niha li dibistanê bim a pergal ji min dixwaze wê pêk hatiba. Banga min hemû kes qed nebe li sînor metrekareyeiê vala nehêlin e. Bi taybet xwendekar û jinên civan divê li vir bin. Dema ez hatim vir min dît ku tu wateya sînorên sûnî tuneye."
Şer û pevçûnên li Kobanê di roja 42'yemîn der berdewam dikin û li gel vê yekê nobetên berxwedanê yên li sînorê gundên Mehser û Mîseynterê jî berdewam dikin. Ji çar aliyên Tirkiyeyê welatî hatin van gundan û li hemberî çeteyên DAIŞ'ê dest bi çalakiyê kirin û li benda çeteyên DAIŞ'ê ji Kobanê bên derxistin. Welatiyên di nobeta berxwedanê de diyar dikin heya çeteyên DAIŞ'ê ji Kobanê tên derxistin dê li sînor nobeta xwe bidomînin. Ji kesên di nava berxwedana sînor de cih digirin Gamze Kafar a li Zanîngeha Uludag a Bursayê dixwîne û bi eslê xwe koçbera Bulgar e. Kafar mehek bênavber berxwedana sînor didomîne. Kafar, diyar kir ku tişta ew ber bi nobeta berxwedanê ve beralîkir tiştên piştî gelek sal şunda di pirtûkan de bixîne şahidîniyê bike û wiha got: "Hêzê dixwazin Kobanê bikeve. Ji ber ku Şoreşa Rojav, şoreşa li cem mirovan e. Min jî xwest ez şahidiya vê şoreşê bikim û hatim vir û bêdem li vir im.Li vir ya ji destê min tê ez dikim. Di sedsala mirov li hemberî mirov biyanîbûye ez dixwazim zîndî li vir bim."
‘LI VIR RASTIYEKE CUDA HEYE’
Kafar, anî ziman ku rastiya şer her tiştî di bin siya xwe de dihêle û wiha got: "Tiştên min li vir dîtin û ez bûm şahidê wan di jiyana min a berê de gelek tişt jêbirin. Li vir rastiyekî cuda heye. Êdî dê jiyana min gelek cuha be." Kafar, da zanîn ku divê di vê pêvajoyê de hemû kes ji avahiya û dibistanan derbikev û wiha bang kir: "Ez difirkirim ku dibistan me pasîfîze dikin. Min felsefe di pirtûkan de na li ser vê axê dît. Tiştên tên jiyîn felsefe, sosyolojî û psîkolojiyê di hûndirê xwe de dihewîne. Heke ez niha li dibistanê bam daxwaza pergalê dê bi cih hatiba. Banga min qet nebe hemû kes li sînor metrekareyekê dabigire ye. Bi taybet xwendekar û jinên ciwan divê li vir bin. Dema ez hatim vir min dît ku sînorên sunî bêwate ne."
‘RÛNIŞTINA LI MALÊ NE RAST BÛ’
Xwendekarê Zanîngeha Uludagê Eyup Fors jî diyar kir ku tiştên pêk dihatin di nûçeyan de temaşe kir û li dibistan û malê rûniştin rast nebû û wiha got: “Li herêma min rastiyekî şer heye û ez vê yekê li malê di televîzyon û rojnameyan de bişopînim ez gelek nerihet kirim. Li şuna ez li wir şer bikim, li dibistanê bikevin dersan û biçim malê ez gelek nerihet kirim. Li welatê min şer heye. Îro li Kobanê sibê dibe ku li Siwêregê pêk bê. Her du cih ji wekhev in û heman kesin."
‘LI HER ALIYÊ KURDISTANÊ SÎNORÊN BÊWATE HENE’
Fors, anî ziman ku kesên li Kobanê dijîn Kurd in û tiştên li hemberî wan pêk hatin li hemberî wî pêk hatine û wiha axivî: "Li hemberî min êrîşek pêk tê û ez ji vê êrîşê direvim û xwe di kampus û metropolan de vedişêrim. Ev yek ji bo min îxanetê bû. Rojhilata Navîn cehennemek e û îro agirê wê cehennemê heya Kobanê hatiye. Ev yekê tê wateya dê şer hê bidome. Êrîşên li hemberî Kobanê dê hemû Kurdistanê bi bandor bikin. Ji ber vê yekê li zanîngehan mayîn ketina dersan bê wateye. Îro tenê Kobanê di bin dagirkeriyê de nîn e Pirsûs jî di bin dagirkeriya T.C. de ye. Êrîşê li her tiştê mirovan dikin. Li her aliyê Kurdistanê sînorên bêwate hene.