Meleka biçûk xerciya xwe ji Kobaniyan re şand

Meleka biçûk xerciya xwe ji Kobaniyan re şand

Kampanyaya alîkariyê ya ji bo Kobaniyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ warê xwe terk kirin dewam dike, zarok jî xerciyên xwe yên ku kom kirine ji Kobaniyan re dişînin.

Berxwedana mezin a Kobanê ku ketiye roja 42. zarok jî beşdarî kampanyaya alîkariyê ya ji bo Kobaniyan dibin. Di nameya ku têde 21 TL derket ev tişt nivîsandîbûn, “Merhaba ez Melek. Ez we nas nakim, lê ji bo alîkariyê em ji we re dişînin.”