Mela Bextiyar: Ez amade me biçim Kobanê şer bikim

Mela Bextiyar: Ez amade me biçim Kobanê şer bikim

Berpirsiyarê Polîtburoya YNK’ê Mela Bextiyar, got ku amade ye biçe Kobanê li hember çeteyên DAIŞ şer bike.

Mela Bextiyar ê yek ji rayedarê payebilind ê YNK’ê ye, anî ziman ku ji biryara Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê ya şandina pêşmergeyan ji bo Kobanê kêfxweş e.

Bextiyar got, “Ez amade me wek kesê yekemîn biçim Kobanê. Eger Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî erê bike, ez ê wek fermandarekî hêza pêşmergeyan a biçe Kobanê ser bilind bim.”