Malbat ketin ser rêya Îmraliyê
Malbat ketin ser rêya Îmraliyê
Malbat ketin ser rêya Îmraliyê
Xuşka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Fatma Ocalan û Xalê Ocalan Suleyman Arslan û xizmên Şeyhmus Poyraz û Cumalî Karsu ji bo li Girtîgeha Îmraliyê bi xizmên xwe re hevdîtinê pêk bînin ketin ser rêya Îmraliyê. Bi çûna Suleyman Arslan re piştî 14 sal şunda yekemîn car xizmekî Ocalan diçe Îmraliyê û hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk tîne.
Xuşka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Fatma Ocalan û Xalê wî Suleyman Arsaln, Xwîşka Şeyhmus Poyraz Felek Cizlmaz û warîsê Cumalî Karsu Pervîn Oduncu ji bo bi Girava Îmraliyê bi xizmên xwe re hevdîtinê pêk bînin serê sibê hatin Fermandariya Cendirmeyan a Gemlîkê. Malbat, piştî kar û barên li Bendera Gemportê, ketin ser rêya Îmraliyê.
Di vê navberê de, ji keça Fatma Ocalan Dîlek Ocalan û kurê Suleyman Arslan Mehmet Arslan ên xwestin biçin Îmraliyê, destûr nehat dayîn.
Ji serlêdana malbatan re roja Înê bersiva erenî hatibû dayîn. Lê serlêdana xalê Ocalan Suleyman Aslan hefteya borî hatibû redkirin. Roja şemiyê jî ji Suleyman Arslan re destûra biçe Girava Îmraliyê hatibû dayîn. Bi yekê piştî 14 sal şunda ji xizmên Ocalan ên di asta yekemîn de xizmekî wî yê din diçe Girava Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê pêk tîne.