Malbat ji Îmraliyê vegeriyan

Malbat ji Îmraliyê vegeriyan

Xuşk û xalê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Fatma Ocalan û Suleyman Arslan, li gel malbatên girtiyan ji Îmraliyê vegeriyan. Ji ber ku hevdîtin bi tenê nîv saetê dewam kir Suleyman Arslan nerazîbûn nîşan da û li ser pirsa rojnamevanan got, "Ji me re gotin, eger pêvajoya aştiyê weha dewam bike, ezê destê xwe jê vekişînim."

Xuşk û xalê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Fatma Ocalan û Suleyman Arslan, xuşka Şeyhmûs Poyraz Felek Cizlamaz û warîsa Cûmalî Karsû Pervîn Odûncû, piştî bi xizmên xwe re hevdîtin pêk anîn, ji Girava Îmraliyê vegeriyan Fermandariya Jendermeyan a Gemlîkê. Xalê Ocalan Suleyman Arslan li vir daxuyaniyeke kurt da û got, "Ez 1500 km rê hatim, bi tenê nîv saet dan me ji bo em hevdîtinê bikin. Mafê me dixun. Pêvajoya aştiyê wê çawa bimeşe. Piştî 40 salan cara yekemîn e dibînim, pêvajoya aştiyê weha nabe. Em rêyeke 1500 km ji dûr hatine, bi tenê nîv saetê dihêlin em hevdîtinê bikin."

Li ser pirseke rojnamevan a der heqê peyama Ocalan de Arslan got, "Ji me re got, eger pêvajoya aştiyê bi vî rengî bimeşe, ezê destê xwe jê vekişînim.

"ÊDÎ BESE, BILA JI GIRTÎGEHÊ DERKEVE"

Xuşka Ocalan Fatma Ocalan jî bi gotina "Êdî bese bila ji girtîgehê derkeve, em êdî îdare nakin" nerazîbûn nîşanî rewşê da. Fatma Ocalan diyar kir ku ji ber pirsgirêkên wê yên tenduristiyê, ev 3 sal in nikare bihata hevdîtinan û got, "Eger li cihekî normal bûya, emê ji rêya bejahî bihata û hevdîtin bikira. Însan nikare li cihekî girtî îdare bike, me nikarîbû nîv saetê îdare bikira. Em dixwazin êdî dawî li vê rewşê were."

Fatma Ocalan da xuyakirin ku wan di hevdîtinê de hîn bêtir mijarên navxweyî yên malbatî axivîne.

Piştî daxuyaniyê malbat ketin ser rêya Stenbolê.