Li Zapê tevgera balafirên şer
Li Zapê tevgera balafirên şer
Li Zapê tevgera balafirên şer
Balafirên şer ên artêşa Tirk li ser herêma Zapê ya girêdayî Herêmên Parastina Medya geriyan. Leşkerên Qereqola Beyaz Çeşme ya girêdayî navçeya Licê ya Amedê li herêm û derdorê kemînan datînin.
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê (NÇR-HPG) bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku balafirên şer ên artêşa Tirk 24’ê Cotmehê li ser herêma Zapê ya girêdayî Herêmên Parastina Medya geriyane.
NÇR-HPG’ê got: “24’ê Cotmehê navbera saet 11.30 û 13.00’an de li herêma Tepê Şivan ê li ser xeta sînor û girêdayî herêma Heftanîn a Herêmên me yên Parastina Medya liv û tevgera artêşa dagirker a dewleta Tirk hatiye dîtin. Heman rojê di navbera saet 14.00 û 15.30’an de li ser herêmên Deriyê Dawetiya, Şehîd Kendal û Şehîd Mervan liv û tevgera balafirên şer ên artêşa dagirker a dewleta Tirk çêbûne” û di daxuyaniyê de hat diyarkirin her du rojên dawî leşkerên Qereqola Bayaz Çeşme ya girêdayî navçeya Licê ya Amedê li herêm û derdorê kemînan datînin.”
NÇR-HPG’ê got: “Dîsa 24’ê Cotmehê di navbera saet 16.00 û 17.00’ê de li ser herêmên Şehîd Navdar û Şehîd Rojhat ên li herêmê balafirên bêmirov ên artêşa dagirker a Tirk keşif pêk anîne.”