Li Wêranşarê meşa ji bo Ocalan û Rojava

Li Wêranşarê meşa ji bo Ocalan û Rojava

Li navçeya Riha Wêranşarê, komek ciwanan ji bo balê bikişînin ser rewşa tunduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi armanca silavkirina Şoreşa Rojava çalakiyek lidar xist. 

Bi sedan ciwan li ser rêya Amedê ya navçeya Riha Wêranşarê hatin cem hev û rê li trafîkê girtin.

Ciwan piştî li hev civiyan ji bo balê bikişînin ser rewşa tunduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û silavdayin Şoreşa Rojavayê Kurdistanê çalakiyek li dar xistin.

Ciwanan di çalakiyê de posterên Ocalan û alên PKK'ê hildan û pankarta bi nivîsa "Em şoreşa Rojava slav dikin. Tenduristiya Ocalan, tenduristiya gel e" vekirin.

Ciwanan ji bo Ocalan dirûşme berz kirin û fîşekên hewayî teqandin.