Li wargehên ji konan jiyana demokratîk
Li wargehên ji konan jiyana demokratîk
Li wargehên ji konan jiyana demokratîk
Bi hezaran kesên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar man Kobanê biterikînin û bên Pirsûs3e, li wargeha ji konan a bi awayekî demkî lê bicih bûne, sîstema demokratîk a li Kobanê bicih dikin. Hevseroka Meclîsa Gel a Kobanê Eyşê Efendî got, "Jiyana demokratîk a li Rojava wê li vir jî şîn bibe."
Bi hezaran Kobaniyên ji Kobanê ya lê şer giran bûye hatine û li wargehên ji konan ên li Pirsûsê bicih bûne, sîstema xwe ya xweseriya demokratîk a li kantonên Rojavayê Kurdistanê, li wargehên ji konan jî dewam dikin. Kobaniyên li çar wargehên ji konan ên Şaredariya Pirsûsê ava kir bicih bûn, sîstema xwe ava dikin. Hevseroka Meclîsa Gel a Kobanê Eyşê Efendî, ji bo pêşî li xerabûn û perçebûneke gengaz a li nava civakê ya ji ber şer bigire, ket nav tevgerê. Efendî li hemû wargehan geriya û diyar kir ku Kobaniyên li wargehên ji konan wê jiyana xwe li gorî esasên sîstema demokratîk bidomînin.
KOBANIYÎ SÎSTEMA XWE AVA DIKIN
Efendî da xuyakirin ku mîna li kantonan wê di çarçoveya sîstema xweseriya demokratîk de li wargehên ji konan bingeha yekîneyên tenduristî, perwerde, ewlekarÎ û aboriyê bên avakirin. Efendî ragihand ku ev sîstem li yek ji çar wargehan li Wargeha Rojava hatiye avakirin û ji welatiyên li wargehê komîte û komîsyon hatine avakirin.