Li Til Hemîsê çalakiya YPG'ê

Li Til Hemîsê çalakiya YPG'ê

Hêzên YPG'ê li Til Hemîsê li dijî çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê çalakiyek lidar xistin û di encamê de wesayîtek çeteyan bi çeteyên tê de hat îmhakirin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand hêzên wan duh bi şev li bakurrojavayê Til Hemîsê li dijî çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê çalakiyek lidar xistine.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku çalakî di navbera gundên Mesûsa û Xirbet El Hatil pêk hatiye û di encamê de wesayîta çeteyan bi çeteyên tê de hatiye îmhakirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku der barê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyeke zelal nehatiye bidestxistin.