Li Til Hemîs û Cezaayê çalakiyên YPG'ê

Li Til Hemîs û Cezaayê çalakiyên YPG'ê

Hêzên YPG/YPJ'ê li Til Hemîs û Cezaayê jî bi çalakiyan derb li çeteyên dij mirovahiyê DAIŞ'ê xistin. Di van çalakiyan de li Til Hemîsê 5, li Cezaayê jî 4 çete hatin kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li Til Hemîs û Cezaayê li dijî çeteyên DAIŞ'ê çalakî hatine lidarxistin û ev agahî bi raya giştî re parve kir:

"Şevê din li bakurrojhilatê Til Hemîsê li nêzî gundên Musesa û Amrigê li dijî çeteyan 2 çalakî hatin lidarxistin. Di van çalakiyan de 2 wesayît hatin rûxandin. Di encamê de 5 kuştiyan çeteyan hatin tespîtkirin.

Şevê din li başûrrojhilatê Cezaayê, şervanên me li nêzî gundê Qadisiya Biçuk çalakiyek li dijî çeteyan pêk anîn, di vê çalakiyê de wesayîtek hat derbkirin û çeteyek hat kuştin.

Şervanên me li rojavayê Cezaa li gundê Arcê, li hemberî komên çete çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de jî wesayitek hat rûxandin û 3 çete hatin kuştin, çeteyek birîndar bû."