Li Taxa xendek hatin kolandin êrîşa polîsan

Li Taxa xendek hatin kolandin êrîşa polîsan

Niştecihên Taxa Zeynel Abîdîn a Nisêbînê bi armanca xwe ji polîsan biparêzin ku xendek kolandin, tîmên taybet girtin ser taxê û bi bombeyên gazê êrîşî gel kirin.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê piştî li Taxa Firat li Taxa Zeynel Abîdîn jî ji ber zextên polîsan niştecihên taxê xendek kolandin û li dîrekan alên YDG-H’ê daliqandibûn. Danê êvarî polîsên bi tîmên taybet re hatin Taxa Zeynel Abîdîn bi bombeyên gazê êrîşî gel kirin. Li ser bersiva ciwanan di navbera polîs û ciwanan de pevçûneke demkurt rûda. Piştî pevçûnê ku tax di nav dûmana bombeyên gazê de ma, polîsên derketin ser wesayîtên zirxî alên YDG-H’ê jêkirin û şewitandin.