Li talana çeteyan temaşe dikin

Li talana çeteyan temaşe dikin

Gundiyên Qeremok ên di 19'ê Îlonê de ji ber êrîşên çeteyan neçar man derbasî gundê Elîzêr ê Pirsûsê bibin, li qadeke kîlometreyeke dûrî gundê xwe, li talana çeteyên li gundê wan bicih bûne, temaşe dikin.

Mistefa Evdo yê 76 salî ku gundiyên Elîzêr ew û zarokên wî li malên xwe bicih kirine anî ziman ku malên wan li pêş çavê wan tên talankirin. Evdo diyar kir ku ew li şewitandina malên xwe temaşe dikin û got, "Ez lê temaşe dikim, lê nikarim biçim. Eger niha li gundê xwe bûma, min niha zeviyê xwe çandibûya. Lê mixabin li vir im û li şewitandina mala xwe temaşe dikim. Ez bawerim ku gundê min wê azad bibe. Ez ji YPG û YPJ'ê piştrast im. Li benda roja vegerê me."

Sadika Mistefa ya 38 salî jî anî ziman ku dema wan bihîstin çete hatin, ji ber çekên giran li cem wan tinebû neçar maye bi zarokên xwe derkevin. Sadika Mistefa got, "Em ji topa wan reviyan. Li ser sînor jî leşkerên Tirk bombeya gazê avêtin me. Eger çekên me yên giran hebûya, me dizanîbû em ê çi bikin, lê em bêçare bûn. Bi 6 zarokên xwe re em hatin. Bi tenê bi kincên li xwe kirî, em hatin. Her tiştên me li wir man. Bi şev û roj bi girî li mala xwe temaşe dikim."

Mistafa destnîşan kir ku ew heta dawiyê bi jinên Kobaniyî yên di nava YPJ'ê de piştrast e û dawiya dawî wê Kobanê azad bibe.