Li Stenbolê li dijî qereqol û bazirganên narkotîkê çalakiyên YDG-H
Li Stenbolê li dijî qereqol û bazirganên narkotîkê çalakiyên YDG-H
Li Stenbolê li dijî qereqol û bazirganên narkotîkê çalakiyên YDG-H
Ciwanên YDG-H û YDG-K'ê, duh êvarê li dijî qereqoleke polîsan û bazirganên narkotîkê yên li Stenbolê bi bombeyên deng çalakî lidar xistin.
Ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz (YDG-H), ji bo AKP'ê di mijara Rojavayê Kurdistanê de û piştgiriya wê ya ji bo komên çete de were hişyarkirin, çalakiyeke bi bombeyên deng pêk anîn. Ciwanan bi vê armancê duh nîvê şevê saet di 01.00 de bombeya deng avêtin Qereqola Polîsan a Kagithaneyê. Di daxuyaniya ciwanan a piştî çalakiyê de hat gotin, "Heta ku sîstema Kurd û Kurdistanê talan dike, ji Kurdistanê were derxistin, ewê têkoşîna xwe dewam bikin.
Çalakiyeke din a bi heman rengî ji aliyê ciwanên YDG-H û Tevgera Jinên Şoreşger û Welatparêz (YDG-K) ve li taxa Haci Ahmet a Beyoglûyê pêk hat.
Ciwanan li dijî bazirganên narkotîkê yên li Parka Evrîm Demîr bi bombeya deng çalakî pêk anîn. Ciwanan diyar kirin ku beriya niha ev bazirgan hatine hişyarkirin, lê belê ji ber ku guh nedane hişyariyan û bi narkotîkê gelê me yê li herêmê bêzar dikin, saet di 18.00'an de bi bombeya deng çalakî pêk hatiye. Hat ragihandin, li dû çalakiyê ev kesên mijara gotinê ji herêmê reviyan.
Ciwanan destnîşan kirin ku ewê li her deverê li dijî hewldanên sîxurî, narkotîk û fûhûşê yên li dijî ciwanên Kurd tên bikaranîn, têkoşîna xwe bilind bikin.