Li Şirnexê ji bo Ocalan meş hat li darxistin
Li Şirnexê ji bo Ocalan meş hat li darxistin
Li Şirnexê ji bo Ocalan meş hat li darxistin
BDP'a Basa û Dêrgulê ji bo balê bikişînin ser rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 'Şoreşa Rojava' silav bikin meşa meşaleyî lidarxistin.
BDP'a Basa ji bo balê bikişînin ser rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 'Şoreşa Rojava' silav bikin ji avahiya BDP'ê heta mizgefta navendê meşeke girseyî û meşaleyî lidarxistin. Gelek welatî tevlî meşê bûn û di meşê de bênavber dirûşmên; 'Bijî Serok Apo', 'Bijî YPG' hatin qîrkirin. Meş li ber mizgefta navendê bi dawî bû û li ser navê girseyê serokê BDP'a Basayê Ehmed Aktug daxuyanî da û wiha got: "Divê Tirkiye ji bo wekhevî û azadiya gelê xwe gav biavêje. Gelê kKrd tecrîda li hember Ocalan qebûl nakin. Di şexsê Ocalan de gelê Kurd tê tecrîdkirin û dê li çar perçeyan bi berxwedan û serhildanê gelê Kurd bersivê bide." Piştî daxuyaniyê 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.
BDP'a Dêrgulê jî ji bo balê bikişînin ser rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 'Şoreşa Rojava' silav bikin, bi beşdariya sedan kesî meş hat lidarxistin. Di qada daxuyaniyê de posterên Ocalan hatin vekirin û girseyê bênavber dirûşma 'Bijî Serok Apo' qîr kirin. Hevseroka BDP'a Dêrgulê Suzan Aksu bibîrxist ku vê hefteyê jî hevdîtina Ocalan ya bi parêzerên xwe re hatiye astengkirin û wiha got: "Hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya bi parêzerên xwe re vê hefteyê jî hat astengkirin. 2 salin tecrîdeke giran tê meşandin. Her tim bi hinceta ‘keştî xirabe’ hevdîtin tên astengkirin." Aksu 'Şoreşa Rojava' silav kir û anî ziman ku piştgiriyê didin gelê Rojava.