Li Şirnex û Colemêrgê yekîneyên kontra digerin
Li Şirnex û Colemêrgê yekîneyên kontra digerin
Li Şirnex û Colemêrgê yekîneyên kontra digerin
Hat hînbûn, li navçeya Şirnex Elkê û li herêmên Kavalê û Berçêlan ên Colemêrgê, komên kontra digerin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, li navçeya Şirnex Elkê, li sêgoşeya Bapê, gundên Pîrosa, Hêmka û Aşka yekîneyên kontra digerin. Hat hînbûn, serkêşên van komên kontra, kesê bi navê Cengîz ê ji Elkê yê di sala 1997'an de ji nava refên PKK'ê reviya û piştî salên dirêj ji Başûrê Kurdistanê hat Bakurê Kurdistanê û Hasan Şîno yê ji gundê Kemanê yê Colemêrgê ne.
Wekî din hat ragihandin roja 27'ê Tîrmehê jî, komek kontra çû zozanên Berçêlanê, gel bi alîkarîdayîna gerîla sûcdar kir û gef li gel xwarin ku alîkariyê nedin.
Hat hînbûn roja 28'ê Tîrmehê jî komeke kontra ya artêşa Tirk bi kincên gerîla çûye gundê Kavalê yê Colemêrgê, mal bi mal geriyane û hewl dane ji gel agahiyan bistînin ku gerîlayên li herêmê, li ku derê ne.