Li sînorê Wanê cenazeyên 3 kesên ji serma mirine hat dîtin
Li sînorê Wanê cenazeyên 3 kesên ji serma mirine hat dîtin
Li sînorê Wanê cenazeyên 3 kesên ji serma mirine hat dîtin
Li navçeya Elbakê ya Wanê hat diyarkirin ku 3 kesên bi eslê xwe biyanî ku tê texmînkirin sînor bi rêyên qeçex derbas kirine, ji serma mirine.
Li gor agahiyên hatin girtin ekîbên Cendermeyan ên navbera gundên Kavurgali û Aşalan de dewriyê digeriyan, cenazeyên sê kesan dîtine.
Piştî lêkolîna ekîba li cihê bûyerê cenaze birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê.
Piştî kar û barên li vir cenaze ji bo otopsi birin Wanê. Di otopsiya hat kirin de hat diyarkirin ku cenaze aîdî kesên qeçaxçî yên bi rêyên qeçax ketine Tirkiyeyê û ji serma qerisîne mirine.