Li Silopiyê 6 binçavkirî radestî edliyê hatin kirin

Li Silopiyê 6 binçavkirî radestî edliyê hatin kirin

Li navçeya Şirnex Silopiyê, 6 kesên pêr di operasyonan de hatin binçavkirin, piştî kar û barên li emniyetê radesî Edliya Silopiyê hatin kirin. 

Li navçeya Şirnex Silopiyê, 6 kesên di operasyonên tîmên taybet û polîsên sivîl ên nîvê şevê de li malên xwe hatin binçavkirin radestî Edliyê hatin kirin. Hat ragihandin Serhat Tatar, Halîl Tanriverdî, Rêber Atîık, Selahattîn Erzen, Yûsûf Tekeş û Hacî Bagrû yên di serdegirtinên malan ên li taxên Harûn Boy, Başak, Barbaros, Dîlce, Nûh û Cûdî de hatin binçavkirin, piştî kar û barên li Emniyetê, ji bo îfadeya wan ji aliyê dozgeriyê ve were girtin, radestî Eliya Silopiyê hatin kirin.