Li Silopiyê 4 zarok hatin girtin

Li Silopiyê 4 zarok hatin girtin

Li navçeya Şirnex Silopiyê, ji 7 kesên hatin binçavkirin 4 jê hatin girtin, 3 jê jî hatin berdan.

Li navçeya Şirnex Silopiyê, 7 kesên pêr di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin, derketin pêşberî dozgeriyê. Piştî wergirtina îfadeyan K.Ç. (14), H.T. (16) û S.T. (16) salÎ hatin berdan, R.A (15), S.E. (17), Y.T. (16) û H.B. (15) bi daxwaza girtinê radestî dadgeha nobedar hatin kirin.

Dadgehê piştî wergirtina îfadeyan, bi îdîaya "li hemberî qanûna civîn û xwepêşandanan derketine" û "li dijî polîsan rawestiyane" her çar zarok girt û şandin girtîgehê.