Li Şêxmeqsûd 2 leşkerên rêjîmê hatin kuştin

Li Şêxmeqsûd 2 leşkerên rêjîmê hatin kuştin

Li Şêxmeqsûd di navbera hêzên rêjîma Baas û şervanên YPJ’ê de pevçûn rûdan û di encamê de 2 leşker hatin kuştin.

Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi daxuyaniyekê diyar kir ku şevê din hêzên rêjîma Baas li devera El-Ewarid û Mexselet El-Cezîra yên taxa Şêxmeqsûd xwestine bikevin taxê. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di encama bersivdayîna şervanên YPJ᾿ê de pevçûn derketine û heta saetên serê sibehê dom kirine, di encamê de jî 2 leşkerên rêjîmê hatin kuştin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên rêjîmê di êrîşê de agir li Goristana li nêzî Taxa Şêxmeqsûd  xistine.