Li Serêkaniya serxetê, protestoya bi kefen û darbestê

Li Serêkaniya serxetê, protestoya bi kefen û darbestê

Li Serekaniya serxetê, piştî ku 3 sivîl ji ber guleyên çeteyan jiyana xwe ji dest dan, 40 rêxistinên civakî yên sivîl bi çalakiyeke bi kefen û darbestê gotin, "Serêkaniyê dimire, dewlet lê dinêre."

Di pevçûnên navbera YPG'ê û çeteyên El Nûsra yên li Serêkaniya binxetê de, ji ber gule û topên çeteyan li Serêkaniya serxetê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. Şêniyên navçeyê li hemberî vê rewşê serî hildan.

Nûnerên 40 rêxistinên civakî yên sivîl, li hewca mala mamosteyan hatin cem hev û bi çalakiyeke bi kefen û darbestê gotin "Serêkaniyê dimire, dewlet lê dinêre." Li ser darbestê nivîsa "Hejmara miriyên me 3" hat nivîsandin û kefenên navên Mehmet Gunduz, Mahsûm Ertûgrûl û Şukru Kahraman li ser nivîsandîbûn, hatin lixwekirin. Nûneran her weha devê xwe jî bi benda reş girtin.

Nûnerên Rêxistinên Civakî yên Sivîl anîn ziman ku ji ber kes li dengê wan guhdarî nakin ewê daxuyaniyê nedin û pitşî çalakiya rûniştinê ya 3 deqeyan, dawî li çalakiya xwe anîn.